SSU: Divê Wezareta Karên Derve ya Swêdê bang li sefîrê Tirk bike

Rêxistina ciwanan a Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Swêdê (SSU) nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û ji Wallstrom xwest ku bang li Sefîrê Bilind ê Tirk bike.

Li Swêdê nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê zêde dibe.

Hikumeta Swêdê tenê li bûyeran temaşe dike. Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat û Endamê Komîsyona Karên Derve ya Parlamentê Anders Osterberg bi pêşnûme pirsekê mijar xist rojeva parlamentê. Ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê pirsî ku li dijî vê bêhiqûqiya li Tirkiyeyê wê çi bike.

Rêveberên Yekîtiya Ciwanên Sosyal Demokrat a Swêdê (SSU) ku baskê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Şaxê Ciwanan e, ji bêdengiya hikumetê nerazî ne.

Rêveberên herêmên Stockholm-Kungsholmen ên SSU Martina Hedrenius, Lovisa Petersson û Jacob Nilsson gotarek li rojnameya rojane ETC weşandin û bang li hikumeta Swêdê kirin ku li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, parastina Rojava bike.

Her wiha tevlî mîtîngeke dawiya hefteyê ya li Stockholmê bûn ku ji bo piştevaniya Rojava pêk hat û diyar kirin ku wê piştevaniya wan a ji bo gelê Kurd bidome.

Hedrenius, Peterson polîtîkaya hikumeta Swêdê ya der barê Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'BI SÛCDARIYÊN BÊBINGEH NABE KU RÊVEBERÊN HILBIJARTÎ JI WEZÎFEYÊ BÊN DÛRXISTIN'

Martina Hedrenius diyar kir, zext û zordairya li Kurdan û hinkahiyên din ên li Tirkiyeyê di asteke metirsîdar de ne û hikumeta Swêdê rexne kir ku li dijî vê yekê, li dijî dewleta Tirk helwestê nîşan nade.

Hedrenius diyar kir ku li welatên demokratîk, rêveberên ku bi dengên gel hatine hilbijartin nabe ku bi sûcdariyên bêbingeh ji wezîfeyê bên dûrxistin û got, "Divê Swêd beriya her tiştî tedbîrên dîplomatîk werbigire. Divê Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Tirk bike û dûrxistina şaredaran ji wezîfeyê şermezar bike. Ya duyemîn jî divê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin."

Hedrenius rexne li hikumeta Swêdê kir û got, "Ji bo Swêdê şerm e ku berjewendiyên aboriyê li pêş mafên mirovane. Hêvî dikim ku wê Swêd mîna berê nirxên mirovahiyê biparêze. Divê Swêd li dijî gef û êrîşên li dijî gelê Kurd û Rojava raweste. Divê netirse ku bi dewleta Tirk re rû bi rû yê hev bê."

'CIVAKA NAVNETEWEYÎ DEYNDARÊ KURDAN E'

Lovisa Petersson jî diyar kir, divê Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Tirk bike û destnîşan kir, divê firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bên rawestandin.

Petersson anî ziman ku Erdogan li dijî jin û mêrên ku dinya ji DAÎŞ'ê rizgar kirin şer dike û got, "Divê em piştevaniya Rojava û Kurdan bikin. Civaka navneteweyî deyndarê Kurdan e."