SpaceX bi rengekî serketî hate şandin

SpaceX di ceribandina duyemîn de bi ser ket û astronot gihand fezayê.

Amûra fezayî ya bi navê Crew Dragon a şîrketa SpaceX ku roja Çarşemê cara yekemîn hate ceribandin lê bi ser neket, doh êvarê ji Cape Canaveral a li Florîda ya DYE'yê hate şandin.

Crew Dragon ku du astronot tê de bûn dest bi rêwîtiyeke ji 19 saetan a ber bi Stasyona Fezayî ya Navneteweyî (ISS) kir. Fuze li gorî dema Parîsê saet di 21:22'an de hate şandin.

Hate ragihandin ku ji bo vê projeyê 3 milyar dolar hatiye xerckirin. Proje bi rêya vê projeya bi şîrketa SpaceX, Daîreya Feza û Hewakariyê ya Amerîkayê (NASA) dixwaze ji bo rêwîtiya ber bi ISS ve bi Rûsyayê girêdayî nemîne.