Şoreşgerên Kurd û Tirkiyeyî li Asterdamê hatin bîranîn

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, şoreşgerên Kurd û Tirkiyeyî hatin bîranîn.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi wesîleya 21-28'ê Adarê Hefteya Lehengiyê, şoreşgerên Kurd û Tirkiyeyî yên di nava vê demê de jiyana xwe j dest dane, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Hevseroka Meclîsên Gel ên li Amsterdamê Humeyra Yildirim, rojnamevan Sûat Bozkûş, helbestvan Mehmet Çetîn û malbatên cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane li vir axivîn.

Qisekeran dilsoziya xwe ya bi bîranîna cangoriyan re nîşan dan û destnîşan kirin, ku têkoşîna wan wê bê mezinkirin.

Helbestvan Mehmet Çetîn got, "Hûn dikarin li bedena şoreşgeran û şervanên gel zextê bikin, lê hûn ti carî nikarin nêrîn, vîn û nasnameya wan esîr bigirin."

Di çalakiyê de Koma Sînor, Ozan Sewuşen û Alî Haydar Can derketin pêşberî beşdaran û stran û helbestên xwe pêşkêş kirin.