Soderhamn li dijî komplo û tecrîdê li ser piyan e

Kurdistanî û dostên wan li Soderhamnê ya Swêdê ji bo ku komplo û tecrîdê şermezar bikin meşiyan û mîtîngek kirin.

Li qiraxên kolana navenda bajêr alayên ku li ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn, hatin daleandin.

Piştre girse bi pankarta bi nivîsa, ''Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statûya siyasî, şerê Tirkiyê yê Efrînê êdî bes e'' û li ser wêneyên Ocalan hebûn, meşiya û komploya 15'ê Sibatê û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir.

Serokê Komîteya Hevgirtinê ya bi Kurdistanê re Benny Gustafsson li meydana navenda bajêr axaftinek kir, diyar kir ku ew destek didin daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê, xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildeset rabe.

Gustafsson diyar kir heta ku Ocalan azad bibe çalakî û bernameyên xwe ew ê bidomînin û bang li hikûmeat Swêd kir k li dijî helwesta Tirkiyê ya li ser mafê mirovan û li dijî tecrîda li ser Ocalan bibe xwedî helwest.