Siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan berê xwe dan Qendîlê

Nerazîbûna li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk zêde dibe. Komek ji siyasetmedar, pêşmerge û hunermendan ji Silêmanî berê xwe da Qendîlê.

Danê vê sibehê gelek kes li Silêmanî li hev civiyan û ji bo gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bikin, berê xwe dan Qendîlê.

Rêveber û endamên Tevgera Azadî, Eniya Gel a Demokratîk, REJAK, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk ber destê sibehê bi 2 otubusan berê xwe dan Qendîlê.

Pêşmergeyên Dêrîn, Helbestvan û Hunermend jî di nava komê de hene.

Girseya gel wê di ser Dûkan û Ranya re xwe bigihîne Qendîlê û konê çalakiyê yê ciwanan ziyaret bike. Piştre jî wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, çend roj berê çûn Qendîlê û dest bi çalakiya "Mertalên Zindî" kirin. Çalakiya ciwanan dewam dike.