El Şebekî: Divê Iraq bersiveke pêwist bide dagirkerî û êrîşên Tirkiyeyê

Siyasetmedar Ebid Melek el Şebekî yê li Mûsilê dijî, derbarê dagirkirina beşek parêzgehên Iraqê got “Tirkiye dixwaze beşeke Iraqê dagir bike, divê Iraq jî bersiveke pêwist bide.”

Siyasetmedar Ebid Melek El Şebekî derbarê polîtîkaya dewleta Tirk ku dixwaze piştî bidawîbûna peymana Lozanê sînorên xwe berfirehtir bike û êrîşên li ser Iraqê ji ANF’ê re axivî.

Siyasetmedar Ebid Melek el Şebekî got “Dewleta Tirk di warê çandî û leşkerî de amadekariyên xwe kiriye. Di heman demê de bêdengiya Iraqê dibe sedem ku dewleta Tirk binpêkirina xwe bidomîne. Ji ber vê divê Iraq di demeke zû de bersiva van êrîşan bide. Dewleta Tirk beşeke Iraqê jî xistiya nav plana xwe û van deran wekî mafê xwe dibînin. Dixwazin di salvegera 100’emîn a Lozanê de planên xwe yên dagirkirinê pêk bînin. Li ser vî esasî li Iraqê bi dehan baregeh çêkirine û hêza xwe ya li Iraqê zêdetir dike.”

Siyasetmedar Ebid Melek El Şebekî bal kişand ser peymana Lozanê û got “Dema em li vê peymanê dinihêrin, demeke diyarkirî tune. Ev peyman di sala 1923’an de hatiye îmzekirin. Ji bo diyarkirina nexşeyan ev peyman hate îmzekirin. Dewleta Tirk her dem rexne li aliyên dewletên peymanê dike û dibêje bi vê peymanê re sînorê Tirkiyeyê teng bûye. Di navbera dewletên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi ser ketin û dewleta Osmaniyan de ev peyman hate çêkirin. Îro ew dewlet ji aliyê Neteweyên Yekbûyî tên naskirin û qebûlkirin. Divê em vî tiştî jî bibêjin ne dewleta Tirk û ne jî hêzeke din nikare sînoran biguherîne. Her guhertina sînorekî wê bibe sedema şerekî dijwar.

‘DI WARÊ ÇANDÎ Û LEŞKERÎ DE AMADEKARIYÊN TIRKIYEYÊ HENE’

Ebid Melek el Şebekî bal kişand dagirkeriya ku dewleta Tirk li Sûriyeyê dike û got  “Qet şik tê de tuneye ku dewleta Tirk ji rewşa Sûriyeyê sûdê werdigire û sînorên xwe berfireh dike. Tirkiye hewl dide dest deyne ser navçeyên Sûriyeyê. Di warê çandî û leşkerî de amadekariyên wan hene.”

Ebid Melek El Şebekî diyar kir him di parlementoya Tirkiyeyê û him jî partiya desthilatdar a Tirkiyeyê car caran qala parêzgehên Iraqê dike û got “Li hemberî vê rewşê divê Iraq cîddî tevbigere. Ji ber ku dewletek nikare ji dewleteke cîran hinek navçeyên wê bixwaze. Heke li hemberî van êrîşan bersiv neyê dayîn, dibe ku Tirkiye êrîş û binpêkirinên xwe bidomîne.”