Sirgûn û êşkenceya lêgerîna tazî ya li girtiyan

Girtî Mehmet Işiktaş ê ku hate sirgûnkirin kete greva birçîbûnê. Şaban Kaygûsûz ê ku ji sedî 90 astengdar e û bi lêgerîna tazî êşkence lê hate kirin, hîn jî nebirine revîreyê.

Ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê 7 girtî 20'ê Cotmehê bi bayê bezê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Bunyan a Kayseriyê, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Bunyanê û Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin.

Bavê Mehmet Işiktaş, Eyup Işiktaş bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û anî ziman ku kurê wî jê re, kiryarên xerab ên li wan tê kirin vegotiye.

Işiktaş ragihand ku kurê wî gotiye, di dema sirgûnkirinê de destûr ji wan re nehatiye dayin ku ji bilî kincên xwe tiştekî bi xwe re bibe û piştre 14 rojan di odeyekê de di karantînayê de hatiye hiştin û lê hatiye ferzkirin ku li nava girtiyên edlî bimîne. Hate ragihandin ku Işiktaş ev yek qebûl nekiriye, lewma jî ew xistine hucreyê.

Eyup Işiktaş diyar kir ku kurê wî jê re gotiye, "Nêrîna min cuda ye, ya girtiyên edlî cuda ye. Nabe ku em li heman cihî bimînin. Eger rêveberiya girtîgehê dest ji vê daxwazê bernede û min nebe gel hevalên min ên ji heman dozê, ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim."

Eyup Işiktaş anî ziman ku herî dawî kurê wî 9'ê Mijdarê lê geriya ye û jê re gotiye ku 3 roj in di greva birçîbûnê de ye. Eyup Işiktaş got, ew ji rewşa kurê xwe bi fikar e.

ÊŞKENCE LI GIRTIYÊ DEST Û LINGÊ WÎ NÎNE, KIRIN

Şaban Kaygûsûz (24) ê ku destek û lingekî wî nîne û rapora ji sedî 90 astengdar e jê re hatiye dayin, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 19'ê Cotmehê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1'ê ya Bunyan a Kayseriyê hate kirin.

Hate ragihandin ku li Kaygûsûz hatiye ferzkirin ku di dema jimartinê de rabe ser piyan û dema ew veguhastin girtîgehê jî bi rengekî tazîkirî li wî geriyane.

Hate gotin, hîn jî jimartina li ser lingan li Kaygûsûz tê ferzkirin û ji bo rapora piştî lêdanê ew nebirina revîreyê.