Sîmir -Armanc Kerboranî

"Û Sîmir ji dûr ve weke xewnekê dîtin, dîtin ku di dilê xwe de bifirînin û mîna destmalekê di govendê de bihejînin..."

Îro salvegera 9'an a şehadeta Armanc Kerboranî (Huseyîn Akdogan) e. Armanc Kerboranî ku yek ji fermandarên Eyaleta Amedê bû, di 27'ê Mijdara 2011'an de li Amed-Pîranê tevî du hevrêyên xwe şehîd bûbû. Armanc beşeke girîng a jiyana xwe li rojnivîskên xwe nivîsî. Dema ku şehîd bû, mîrateyeke ji sedan rûpelî ya li ser têkoşîn, hevrêtî, jiyana rojane, hêvî û xewnên xwe ji hevrêyên xwe re hişt... Yek ji wan nivîsên wî jî bi sernavê 'Sîmir' bû ku li ser PKK'ê nivîsî bû. Di vê rojê de ku roja salvegera şehadeta Armanc e û salvegera damezrandina PKK'ê ye, em wê nivîsê parve dikin:

"Beriya 28 salan ku hêvî hemû ewqasî biçûk bûn, jiyan ewqasî lawaz û ji rêzê bû, roj hemû dişibiyan hev, komek ji mirovan gotin 'ji îro û pê ve wê li vî welatî her tişt cuda be! Wê benda jiyana sekinî, dema rawestiyayî bişikandibûna, mîna Dîcle û Firatê biherikiya û bigihaşta deryayê!' Gelo kê wê ji van mirovan bawer bikira?

Di demekê de ku tarîtî ewqasî giran bû, ronahiya çirayê ewqasî biçûk bû, ji bilî navê 'Dînên ciwan' wê kîjan nav li wan bihata kirin ku hîn li welatê xwe venegeriya bûn û navê wan hîn 'telebe', 'gerîla' û 'heval' bû.

Di demekê de ku li jiyanê, li her mal, bajar û gundî ewqasî fesadî hebû, ji jiyaneke welê serbilind wê kê bawer bikira?

Di demekê de ku êşên bênav ewqasî giran bû, gelo kî dikarîbû xwe ji wî mirovê extiyar aciz bikira, ku darikekî hişk nîşanî lêgerînerê destpêkê yê li Jiyaneke Nû û jê re digot, 'Ev darik hişk bûye. Tu nikare wî şîn bike... Yên beriya te jî ceribandin... Dest jê berde, hewldanên de belasebep e'...

Çîroka Sîmir kêm jî be were bîra wî jî wî extiyarî digot, 'Kurdistan hişk bûye. Darê hişk bûye careke din şîn nayê, tu ciwanekî hêjayî yî, ji xwe re rêyeke cuda ya jiyanê bibîne, dest ji me berde'. Gelo kê dîkarî bû hêvî bida vî extiyarî û bigota, 'Mizgînî li te be, dara hişkbûyî wê şîn bibe! Wê destpêkê di nava agirê xwe de bişewite û bibe xwelî, piştre jî ji xweliyên wê jiyaneke nû ava bibe! Û mizgînî li te be, tu beriya ku nefesa xwe ya dawî bide tu yê bi çavên xwe bibîne ku mirin veguriye jiyane."

Yanî wê rojekê bi xwe bidîta, bibihîsta ku rojekê li paytexta welatê wî dergaha agir wê ji nû ve bê danîn, agirê Newrozê yê pîroz ê bi xwînê hate vemirandin ji nû ve geş bibe û li dora vî agirî wê bi milyonan kes bicivin, govendê bigerînin...

Kê dikarîbû bigota ku rojekê li seranserê welatê me jin, mêr, ciwan, extiyar wê bidin pey hestê azadiyê?

Bi vê hestê wê kî karîbûya wî extiyarî îqna bike, ku bi coşa bêdawî wê Ciwan xatir ji dayika xwe ya li Kirmanşanê bixwaze, Axîn a çav kesk ji mala xwe ya li Efrînê, Zirevan ji gundê xwe yê biçûk ê li Akrê, Şînda ji welatên biyanî, Ronî ji xaka ku zimanê wê hatiye ji bîr kirin bi rê bikevin û li paytexta welatê me bigihêjin hev?

Kê kî karîbûya jê re bibêje, 'rê hemû wê bigihêjin hev, qeder hemû wê bigihêjin hev, parçe hemû wê bigihêjin hev."

Di ser van gotinên extiyar re 28 sal derbas bûn. Di 28 salan de mûcîze pêk hat...

Ew darê hişkbûyî şîn bû, reh berda, şaxên xwe li çar aliyan belav kir...

Û Sîmir ji dûr ve weke xewnekê dîtin, dîtin ku di dilê xwe de bifirînin û mîna destmalekê di govendê de bihejînin...

Niha hînî têkbirina tirsê dikin, hînî meşa bi hezkirinê, têkneçûnê û parvekirina bi mirovên din re dikin...

Mijdara 2006