Seyît Riza û hevalên wî li Kadikoyê hatin bîranîn

Bi minasebeta 84’emîn salvegera îdamkirina Seyît Riza hevalên wî li Kadikoyê hat bîranîn. Di merasîmê de hat tekezkirin “Me ji bîr nekir, efû nekiriye” û hate xwestin ku cihê gora wan were eşkerekirin.

Seyîd Riza û hevalên wî di salvegera 84’an a îdamkirina wan de lii Dêrsimê bi merasîmekê ya bi pêşengiya Fedrasyona Saziyên Dêrsimê (DEDEF), Federasyona Yekîneyên Dêrsimê yên Demokratîk li Ewropa (ADEF), saziyên Elevî û HDP’ê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Meydana Îskele ya Kadikoyê hat lidarixstin. Wekîlên HDP’ê Zeynel Ozen, Mûsa Pîroglû û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên girseyî tevlê merasîmê bûn.

Wêneyên Seyît Riza hatin hilgirtin, mûm hatin vêxistin û loriyên Dêrsimê hatin gotin.

Pankarta “Me ti tiştek ji bîr nekiriye, me ti tiştek efû nekiriye” û pankarta bi Kurmancî, Kurmanckî û Tirkî li ser hatibû nivîsandin “Dêrsim 37-38 roja reş e” hatin vekirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Seyît Riza û hevrêyên wî yên têkoşînê destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat xwendin û têkildarê jiyan û têkoşîna Seyît Riza û hevalên wî, her wiha polîtîkayên qirkirinê yên di serî de Dêrsim û hemû gelê Kurd û berxwedaniya li hemberî wê axaftin hatin pêşkêşkirin.

Merasîm piştî axaftinê bi belavkirina pariyê bîranînê bi dawî bû.