Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Kadikoyê hatin bibîranîn

Seyîd Riza û hevrêyên wî, di salvegera 85’emîn a bidarvekirinê de hatin bibîranîn. Bibîranîn bi banga DEDEF, ADEF û DAM’ê hat lidarxistin.

Bi banga Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Yekîneyên Demokratîk ên Dersimê yên Ewropayê (ADEF) û Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) Seyîd Riza û hevrêyên xwe ku 85 sal berê hatin bidarvekirin, li Kadikoyê hatin bibîranîn. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, Şaredarê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglû tev li bibîranînê bû. Wêneyên Seyîd Riza û pankartê li ser “Dersim 37-38 me tu tişt ji bîr nekiriye, tu tişt efû nekiriye“ nivîsandî, hat vekirin.

Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo Seyda Riza û hevrêyên wî dest pê kir. Li ser navê DEDEF, ADEF û DAM’ê Sebahat Babayîgît daxuyanî xwend. Babayîgît bi bîr xist ku ji ber ku pêşiyên Dersimê li ber pêkanînên hukumker ên “Qanûnê Tûnceliyê“ li ber xwe dane, hatine girtin û bi darizandineke encama wê diyar li Qada Genim a Xarpêtê hatine bidarvekirin.

Babayîgît diyar kir ku piştî Seyîd Riza, Aliyê Mirzê Silî, Findik Axa, Hesen Axa, Hesenê Îvraîmê Qijî, Resik Ûşen û Ûşenê Seydî bi hîle hatine qetilkirin, gelê Dersimê yê bê serî û neçar maye bi awayê nedîtî hatiye qirkirin. Babayîgît da zanîn ku bi biryara Desteya Wezîran a 4’ê Gulana 1973’yan dest bi valakirina gundan û sirgûnê hatiye kirin, yên berxwedêr hatine şewitandin û bombekirin û wiha got: “Zarok, bi taybetî zarokên keç ji malbatên wan hatin veqetandin û ji bo qirkirina çandî di serî de efser, dane malbatên Tirk û Sinî. Jin û zarokên xwe sipartine şikeftan, bi gazên bi jehr qetil kirine, mirov ji gundan berhev kirine û dane ber guleyan, singû kirine û ji kendalan de avêtine. Bi vê qetlîamê ne bi tenê li dijî Dersimê lê li dijî hemû mirovahiyê sûc hatine kirin.“

Babayîgît anî ziman ku 85 sal in Dersim ketiye hewila pêçana birîne, derketina ji heqê înkarê û bidestxistina mafê welatîbûyînê yê bi wekhevî û dîtîna kal û pîrên xwe.

DEDEF, ADEF û DAM’ê, daxwazên xwe wiha rêz bi rêz kirin:

“*Bila arşîv vebibin.

*Cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin.

*Lîsta kesên sirgûn, wenda û zarokên wek ewlad hatine wergirtin bê diyarkirin.

“Navê Dersimê şûnde bê dayîn.

*Lêborîn ji xelkê Dersimê bê xwestin.

*Bila em di ziman û baweriya xwe de azad bin.

*Bila projeyên rê li ber xerakirina ekolojîk û çandî li Dersimê vedikin, bên betalkirin.

*Mafê me yê hevwelatîbûyîna wekhev bê naskirin.“

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Eroglû, piştî daxuyaniyê bi bibîranîna hemû kesên di Komkujiya Dersimê de qetil bûne dest bi axavtina xwe kir. Pîroglû destnîşan kir ku ji zû de ye êrîşên berpêyî Dersim û Elewîtiyê berdewam in û ev tişt got: “Li Dersimê ne bi tenê gelê me hat qetilkirin. Ji wê rojê ve dixwazin xweza, bawerî û dîroka me jî jê bibin. Desthilatdarî bêyî ku ji kesî bipirse di meclîsê de li ser qanûna ku wê Elewiyan pê bikin Elewiyên Diyanetê, gotûbêjê dikin. Ketine hewila ku Elewîtiyê veguherînin saziyeke çandî, cemxaneyan wek cihê bazirganiyê bibînin, tune bikin, ji bîra mirov bibin. Me çawa li Kerbela û Dersimê ser netewandibe, em li ber vê desthilatdariyê jî ser natewînin.“