SETA li Parîsê ji bo MÎT’ê dixebite

Peywirdara lêkolînê ya weqfa SETA’yê Merve Seren, li ser navê MÎT’ê li Parîsê saziyên Kurdan digere û agahiyan kom dike. Seren, navê Altan Tan bi kar tîne û dixwaze bi Kurdan re têkiliyê deyne.

Di demeke nêzik de agahiyek ji me re hatibû ku MÎT bi Weqfa SETA’yê dixwaze li Ewrûpayê têkildarî Kurdan agahiyan kom bike. Ev agahî bi bûyereke li Parîsê re piştrast bû.

Peywirdara lêkolînê ya weqfa SETA’yê Merve Seren, li ser navê MÎT’ê li Parîsê saziyên Kurdan digere û agahiyan kom dike. Seren li saziyên Navenda Civakî ya Demokratîk a Parîsê, Enstîtuya Kurdî digere û bi awayekî veşartî wêneyên nûnerên saziyên Kurdan dikişîne û pirsan ji wan dike. Hin pirsên Seren wisa ne:

*Apo dest bi pêvajoyeke nû dike. Hûn ê dîsa bi ya wî bikin?

*Gelo KCD saziyeke PKK’ê ye?

*Gelo PKK pereyan ji esnafan dixwaze? Kîjan serdemê tê? Çiqasî dixwazin?

*Gelo PKK bi darê zorê pereyan distîne? PKK hîç şîddet li te kiriye?

*Gelo komîteyên esnafan ên PKK’ê hene? Ev kes çawa dixebitin?

HÊ JÎ LI PARÎSÊ YE

Seren diyar dike ku dewlet û parlementerê HDP’ê Altan Tan bi taybetî ew peywirdar kiriye û bi bikaranîna navê Tan dixwaze têkiliyan bi Kurdan deyne.

Seren diyar dike ku SETA li Ewrûpayê pirtûkeke taybet a lêkolînê amade dike û wê li Parîsê piçekî bigerin.

Di dawiya hefteyê de Seren li herêmên Parîs, Vîllîers Le Bel, Vîlleneûfe geriya û bi navê Îstîxbarata Stratejîk û Ewlekariya Neteweyî pirtûkeke wê heye.

DIJBERIYA PKK’Ê DIKE

SETA di sala borî di meha Mijdarê de li Ewrûpayê li ser saziyên Kurdan dest bi hin xebatan kiribû.

Maseya Lêkolînê ya Ewrûpayê SETA’yê di 16’ê Mijdara 2016’an de li Stenbolê bi navê “Li Ewrûpayê çalakiyên PKK’ê” panelek amade kiribû. Lêkolînerê SETA’yê Veysel Kurt, Şêwirmenda Erdogan Saaet Orûç, Lêkolînerê SETA’yê Dr. Enes Bayraklı û Hîndekarê Zanîngeha Kulturê Dr. Bora Bayraktar di panelê de axivîbûn.

Şêwirmenda Erdogan Saadet Orûç gotibû ku, “Endamên PKK’ê li Ewrûpayê li dijî Tirkan çalakiyan li dar dixînin û yekîneyên ewlekariyê yên Ewrûpayê li hemberî van çalakiyan bêdeng dimînin. Li gorî min di navbera serwîsên îstîxbaratê û PKK’ê de peymanên taybet hene.”

Di panela SETA’yê hemû saziyên Kurdan dikirin ên PKK’ê û esnafên Kurd ên li Ewrûpayê jî dikirin hedef.

WEQFA SETAYÊ ÇI YE?

SETA ji bo diyarkirina polîtîkayên derve yên AKP’ê hatiye avakirin.

Hatem Ete, Taha Ozhan û Ûfûk Ûlûtaş di SETA’yê de peywirdar in. Ev kes di televîzyonên dewletê û di rojnameyên Sabah û Starê de derdikevin pêş.

Damezirînerê SETA’yê Nûh Yilmaz e. Yilmaz di sala 2013’an de bû Mişawirê Çapemenî û 

Têkiliyên bi Gel re yê MÎT’ê. A niha tora medyayê ya MÎT’ê bi rê ve dibe. Merve Seren jî bi SETA’yê re dixebite.

MEDYAYA MÎTÊ

Saziyeke din a girêdayî SETA’yê jî SDE ye. Serokê wê jî Prof. Dor. Yasîn Aktay e û ev kes endamê Lijneya Biryar û Rêveberiya Navendî ya AKP’ê ye.

SDE bi gelek kesên girîng re dixebite. Alîkarê Serokatiya Desteya Îstîşareya Bilind a SDE’yê Serokê Koma Medyaya Rojnameya Starê Mûstafa Karaalîoglû ye. Kesekî din ê girîng jî Gerînendeyê Giştî yê Kanal Ayê Alper Tan e.

Sînan Tavûkçû yê ku di malpera Haber 10 a nêzî MÎT’ê de dinivîse jî xizmê Îsmaîl Hakki Mûsa ye ku ev kes jî di sala 2012’an de bûbû Alîkarê Misteşariya MÎT’ê û niha jî Sefîrê Parîsê ye. Tê diyarkirin ku Tavûkçû yek ji kesê girîng ê di tora medyayê yê MÎT’ê ye.

Li gorî agahiyên ku SETA’yê kom kirine gelek rojnamevanên ODA Tv û qadên cihê bi îddîaya ‘xizmetê ji avadaniya paralel re dikin’ hatibûn darizandin û gelek jê hê jî di girtîgehê de ne.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA