Serokê Fermandariya Giştî yê Iraqê li Enqereyê ye

Beriya referandûma li Başûrê Kurdistanê Serokê Fermandariya Giştî yê Iraqê Osman Ganim ji bo hevdîtina bi Serokê Fermandariya Giştî yê Tirkiyeyê çû Enqereyê. Serokê Fermandariya Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî jî ji bo referandûmê got "divê neyê çêkirin."

Li dijî referandûma Başûrê Kurdistanê ya ku plansaziya wê kirin ku di 25’ê Îlonê de were çêkirin, generalênTirkiye, Îran û Iraqê jî beşdarî dîplomasiyê bûn.

Serokê Fermandariya Giştî yê Iraqê Osman Ganim ji bo hevdîtina bi  Serokê Fermandariya Giştî yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar çû Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku wê xala sereke ya rojevê referandûm be.

Çend roj berê Serokê Fermandariya Giştî yê Îranê Mûhammed Bakirî jî hatibû serdana Tirkiyeyê û ji bo referandûmê gotibû ku ‘divê neyê çêkirin.’

Bakirî gotibû ku, “Ji ber kêmasiya hêza rayeyê û bêîtaetiya li dijî lîderan dewleta Iraqê bi vê kêşeyê re rû bi rû maye. Ev biryar wê xisarê bide Kurdên li Bakurê Iraqê. Divê neyê çêkirin. Lê ji ber ku hin dewlet bûn alî, rewşeke wisa çêbû.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf û Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî di 21’ê Îlonê de li Newyorkê kom bûbûn û li dijî referandûmê daxuyaniyeke hevpar weşandibûn.