Serlêdana parêzeran a li dijî qedexeya hevdîtinê hate redkirin

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana li dijî qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn û dema wê qediya ye, red kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 3'ê Sibata 2022'an de li dijî qedexeya hevdîtinan a 3 mehan ku li Îmraliyê hatiye danîn, serlêdan kirin.

Piştî ku dema qedexeya hevdîtinê qediya, parêzeran serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan û xwestin ku astengiyên li pêşiya hevdîtina malbatan bêne rakirin û eger cezayên nû yên dîsîplînê hebin ji wan re bêne ragihandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, serlêdana parêzeran ji aliyê dadgeriyê ve hate redkirin. Dadgeriyê ji bo biryara redkirinê jî 'cezayên dîsîplînê hînê dewam dikin' weke hincet nîşan da. Parêzeran li ser vê yekê di 15'ê Hezîranê de serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dan û îtiraz kirin.