Serlêdana ji bo namzetiya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû

Ji bo namzetiya parlamenteriya Partiya Çep a Kesk, 2 hezar û 783 kesan serlêdan kir.

Dema serlêdanên ji bo namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji lîsteya wê bikeve hilbijartinê, bi dawî bû. Bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirin. Ji van serlêdêran hezar û 147 jê jin bûn. Ji serlêdêran 310’an jê ji kotaya ciwanan û 57’an jî ji kotaya astengdariyê serlêdan kirin.

Partiya Çep a Kesk dê di 9’ê Nîsanê de lîsteya xwe ya parlamenteriyê eşkere bike û di 10’ê Nîsanê de jî pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Biind (YSK) bike.

Lîsteya namzetan dê di 11’ê Nîsanê de teqez bibe.