Serlêdana ji bo ‘cezayê xwe li malê bikişîne’ ya ji bo Makbûle Ozer a 80 salî nehat qebûlkirin

Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serlêdana bila ‘cezayê xwe li malê bikişîne’ hate kirin. Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ya 1’emîn serlêdan qebûl nekir.

Makbûle Ozer di 9’ê Gulanê de li navçeya Artemêt a Wanê bi îdiaya ‘alîkariya rêxistinê dike’ hate girtin û 2 sal û mehek cezayê girtigehê lê hatibû birîn.

Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî ku sedî 53 berasteng e,  serlêdana ‘bila cezayê xwe li malê bikişîne’ hate kirin.

Serlêdan ji aliyê Dadgerê Înfazê yê Wanê ve hate redkirin û piştre serlêdan sewqî dadgeha bilind hate kirin.

Dadgeha Cezayê Giran 1’emîn a Wanê îddia kir ku rapora ji Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê hatiye girtin derbasdar nîne û biryar da ku rewşa girtî ya Ozer bidome.

Biryar hat stendin ku girtina Ozer dewam bike. Hate hînbûn ku vê carê ji bo Ozer wê serî li Dadgeha Makeqanûnê were dayîn.