Serhed: Ti meseleya PDK'ê bi dijmin re nîne

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed diyar kir ti meseleya PDK'ê bi dijminên Kurdan re nîne û got, ''Derdê PDK'ê tenê ew e ku li ser siyaseta Kurdatiyê xwe mîsoger bike. Ji ber vê jî her rêyê ji xwe re rewa dibîne.''

Endama Koordînasyona PAJK'ê got her siyaset, çand û rêz û rêçika Kurdî xwdî sinc û rêgezekî ye û got,''Hêza te ya siyasî, aobrî û leşekrî çi dibe bila bibe her tiştek sînorekî xwe heye. Ev sînor jî ew e ku mirov bi qedera gel nelîze, bi dijminê gel re hevkariyê neke. Ziyanê nede gelê Kurd û yekîtiya Kurdistanê.''

Serhed bal kişande ser hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya Tirk re, got, ''Nerazîbûna Kurdan û raya giştî ya demokratîk li dijî dagirkeriya dewletaTik a faşîst û hevkariya PDK'ê zêde dibe.''

Serhed berxwedana gerîla ya dijî êrîşên dagirker ên Tirk û îşaret kir û got, ''Çawa ku gerila çekên kimyewî jî di nav de li dijî her cure îmhaya bi her cure teknîkê bi vîneke bêhempa şer dike, her kes li her qada lê, li her derê bi her cure têkoşîn, berxwedan, xweparastinê xwe tevlê bike. Ev şer şerê gel. Di serî de jin, ciwan û hemû gelê me, hemû derdorên bihistyar wê ti caran zilmê qebûl nekin.''

Serhed li ser pirsa bê ka bi çi armancê PDK hêzên xwe bi ser qadên gerîla de dişîne, got, ''Armanca vê ew e ku şerê nav Kurd were derxistin. Heke em zêdetir vekin, mirov vê nikare weke lihevnekirina PKK-PDK'ê bibîne. Ne ew meseleya ku ev du hêz têne pêşberî hev. Bi rengekî pratîk PDK'ê xwe di ber vê re kiriye.''

Serhed wiha domand: ''Rewş ne lihevnekiria PKK-PDK'ê ye. Artêşa Tirk PDK dide pêş, bi bikaranîna PDK'ê dixwaze ji operasyonên îmhayê yên ser baregehên gerîla dixwaze encameke teqez bistîne. Bi maneyeke berteng ne operasyoneke leşkerî ye.''

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed got ,''Rayedarên PDK'ê li ser navê siyasetê rastiyan berevajî dikin, bi gotinên, ''bila PKK hurmetê bide statûya Başûrê Kurdistanê'', bi sûcdarkirineke wiha bêbingeh dixwaze sûcê xwe yê rastî veşêre. PDK divê zanibe ku bi şalavaniya dewleta Tirk, dijmin ku ji bilî koletî, mêtingeriyê ti statûyê ji bo Kurdan nas nake, nagihije ti deverê. Plana dewleta Tirk ew e ku şerê nav Kurdan derxîne, di tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de rola pêşeng bide PDK'ê û weke ku tê dîtin PDK xwe di ber vê rolê re kiriye. Gavên ku diavêjin bi vê rolê ye.''

Serhed bi berdewamî got ''Meseleya Kurd û Kurdistanê çareser bûye, ji bilî PDK'ê kesek pê nizane, nebihistiye? PDK bi vê polîtîkaya sivik û aşkere, pîlên wê ji zû de bihurîne nikare xwe bigihîne deverekê. Dawiya wê siyasetê hatiye ku weke benîştekê kiriye devê xwe û dibêje, ''PKK ji bo ku li Başûrê Kurdistanê ye dewleta Tirk Tirk a faşîst, dagirker êrîşê tîne'', ku ev siyaset bi navenda Enqere-MÎT'ê hatiye hilberandin. Dewleta çete ya dagirker dixwaze Başûrê Kurdistanê gav bi gav ji hêla leşkerî, siyasî û çandî ve bi cih bibe û bi dest bixe, her kes dizane ku dewleta çete ya dagirker dixwaze serwerî Başûrê Kurdsitanê be.

Serhed diyar kir mesele ew e ku PDK bi çarçoweya plana desthilata Erdoganê faşîst tevdigere, eynî zimanê şerê taybet bi kar tîne û bi eynî armancê ye. Serhed got, ''Meseleya bi PDK'ê re ne meseleyeke reqabetê ya di ser Başûrê Kurdistanê re ye û ne jî têkilî statûya Başûrê Kurdistanê ye.Mesele ew e ku dewleta Tirk a faşîst dixwaze Rojhilata Navîn bêyî Kurdan temam bibe, xeyala wan a Osmanî pêk were. Peywira her kesî ye ku li dijî vê plana dijmin rabe. Ev parastina Kurdistanê ye, xweparstin e, parastina hebûn û azadiya xwe ye.''

Têkilî helwesta gelê Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdan ya li dijî êrîşên dagirker û hevkariya PDK'ê ya dewleta Tirk re Serhed got, ''Di vê pêvajoyê de gelê me yê Başûr û hemû Kurd ji 5'ê Hezîranê û wir ve li bara geşedanan pir bihistyar bûn. Bangên ji bo yekîtiya netewî, bang û çalakiyên ji bo ku hêzên PDK'ê vegerin ser cihê xwe, helwesta pêşmergeyê birûmet ku dibêje, ji rijandina xwîna birayan re na, pir hêja ye. Divê ev were domandi nû geşkirin lê li gel vê jî di nav konjonktura siyasî leşkerî de ev weke meseleyeke di nav PKK-PDK'ê de were dîtin, kêm e. Divê mirov weke şerê du xetan bibîne. Meseleya hemû hêlên siyasî yên Kurd e, meseleya hemû têkoşerên azadî û demokrasiyê ye.''

Li ser nêzîkatiya PDK'ê jî Serhd got, ''Ji bo PDK'ê tekane pîvan ew e, heke hêzek bi PDK'ê re li hev bike û di berjewendiya wê de be ji bo wê ne girîng e bê ka dijminê Kurdan e yan na. Ji ber ku ti problema PDK'ê bi dijminên Kurdan re nîne. Mesele tenê ew e ku di ser siyaseta Kurdatiyê re xwe mîsoger bikni. Ji ber vê her rê rewa tê dîtin. Gel hatiye ber rewşa teqînê. Nexasim carinan helwest têne asta jor. Gel naxwaze qof bijî, bi teqezî rojekê wê xwe rast bike.

Hêza te ya siyasî, aobrî û leşekrî çi dibe bila bibe her tiştek sînorekî xwe heye. Ev sînor jî ew e ku mirov bi qedera gel nelîze, bi dijminê gel re hevkariyê neke. Pîvana siyaseta rêveberiya xweser jî ew e ku ziyanê nede gelê Kurd û yekîtiya Kurdistanê

Li ber bêdengiya DYE û dewletên YE'yÊ Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed got, ''Ji ber ku dewleta Tirk endama NATO'yê ye, li gorî berjewendiyên xwe wê bi ser Kurdan de dişînin. Di serî de DYE ku bi çarçoweya endamtiya NATO'yê rê li ber komkujiyên bêdawî vedike, YE, divê dawî li wê siyasetê bînin ku Kurdan, gelên Rojhilata Navîn bikin goriyê berjewendiyên kapîtalîst. Demidlest divê dawî li plansaziyên xwe yên komployî bînin, dawî li pergala tecrîdê ya li ser Rêber Apo bînin û heqê dîrokî yê gelê Kurd nas bikin. Ji mirinên liKurdistanê berpirs hêzên navborî ne.''

Têkilî mijara yekîtiya netewî jî Serhed got, ew hê li ser daxwaza yekîtiya netewî ya Kurd in û got, ''Ya ku ji maseya yekîtiyê bi ser şer de şemitî PDK ye.  Em bang dikin ku demildest ji vê şaşiyê vegere û tevlî nav yekîtiya netewî bibe. Ji bo hurmeta li malbatên şehîdan ,dayikên şehîdan, li gel ya hewce ev e. Drama gelê Kurd li ser hemû derdorên siyasî ferz dike ku yekîtiya Kurd were danîn.''

Têkilî xebata jinan a li ser yekîtiya netewî jî Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhed wiha got: ''Xebata me jinên Kurd ji bo yekîtiya netewî tim dom kir. Ya ku wê pêşî li rijandina xwîna xwîşk û birayan bigire û pêşî li qirkirinê bigire hêz û vîna siyasî ya jinan e. Ya ku wê bi çarçoweya armancên dîrokî yên gerlê Kurd de yekîtiyê pêk bînin jin in. Tam jî di demeke wiha de hemû rêxistinên jinan ên Kurdistanî, bi Civîna 3'yan a Yekîtiya Netewî ya Kurd wê bi roleke cidî rabin. Jin bi serkeftinê wê geşedana xebatên yekîtiya netewî ya Kurd di pratîka zêdetir de ferz bikin.  Li ser vê mijarê bêyî ku mirov ji kesî hêvî bike, bendawî û heviya me ji rêxistinên jinan ên Başurê Kurdsitanê, ji Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojava ew e ku bi insîyatîv rabin .Çareserî ew e ku mirov li dijî şerê giştî bi rihê yekîtiya netewî rabe, bi bîreweriya azadiyê ya jinê têbikoşe û li ber xwe bide.''