Serdanên sersaxiyê ji bo malbata Poyraz dewam dike
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê serdana konê sersaxiyê yê malbata Poyraz dikin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê serdana konê sersaxiyê yê malbata Poyraz dikin.
Li taxa Çîmentepe ya Îzmîrê, serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Denîz Poyraz dewam dike.
Dayika Poyraz Fehîme Poyraz û bavê wê Abdulîllah Poyraz, parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî tevî rêveberên partiyê pêşwaziyê li mêvanan dikin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk, Komeleya Bekîraniyan û nûnerên Yekîtiya Ciwanan a Bekîranê serdana konê sersaxiyê kirin. Di serdanê de her wiha peyamên sersaxiyê yên girtiyên li girtîgehên Şakran û Bandirmayê hatin xwendin.
Serdan dewam dikin.