Serdanên ji bo malbatên girtiyan: Xwedî li berxwedanê derkevîn

Meclîsa Dayikên Aştiyê, ÎHD û KESK’ê serdana malbatên girtiyan yên di berxwedanê de kirin.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan qediya ye lê berdana wan tê astengkirin li Baroya Amedê danî destpêkirin di roja 7’mîn de didome. Serdanên ji bo çalakiya malbatan didome. Hevseroka Giştî ya Konfedrasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) Şukran Kablan Yeşîl  û rêveberên girêdayî KESK’ê, Alîkara Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rahşan Batarya Saman, Hevserokê Şaxa ÎHD ya Amedê Abdullah Zeytûn û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê çûn serdana malbatan.

Li wir di axaftinên ku hatin kirin de bal hat kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş û peyama xwedîderketina li berxwedanê hate dayîn.