Serdana şîna ji bo Bazo Yilmaz hatî danîn, hate kirin

Bi awayek girseyî serdana şîna ji bo Baro Yilmaz ê ku li girtîgeha li Rihayê hat qetilkirin hatî danîn, hate kirin.

Ji bo girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) ê ku şeva borî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê hat qetilkirin, li Taxa Goran a girêdayî navçeya Xelfetiyê şîn hat danîn. Bi hezaran kes tevlî şînê bûn. Cafer Yilmaz ji bo birayê xwe Bazo Yilmaz yê ku li Goristana Yûkari Goklu hat veşartin, şîn li mala xwe danî. Parlementerên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, rêvebirên HDP’ê yên bajêr û navçeya Xelfetiyê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî şînê bûn.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan di şînê de axivî û diyar kir ku ev şîn ne şînek ji rêzê ye, ev mirin ne mirinek ji rêzê ye û wiha got: “Em hemû Bazo Yilmaz nas dikin. Ji sala 2009’ê heta 2014’ê Hevşaredarê vê taxê bû. Piştre bû endamê meclîsa Şaredariya Xelfetiyê. Piştî qeyûman hat girtin û ji sala 2016’ê û vir ve li girtîgehê bû. Me gelek caran ji bo berdana wî serî li saziyan da. Cihek nema ku me serî lê nedabû. Ev hevalê me nexweş e, divê cezayê wî bê betalkirin. Lê me serî li kuderê da be, heta roja îro me bersivek erênî nedan. Divê şêniyên Rihayê bizanin ku ev dijminatî, zilm û heqaret ji bo çi tê kirin. Ne mirovî ye ku mirovek nexweş di nava 4 dîwaran de bigrin û piştî 6 salan di nava tabûtê de ji malbata wî re bişînin. Divê her kes vê zilmê bibîne. Dijminatiyek mezin heye. Kesên bi qeyûman re di heman rêyê de dimeşin, dibin hevkarê zilmê. Divê hemû kes xwedî li heqîqetê derbikeve. Divê siyaseta qeyûm li her derê bê teşhîrkirin. Ne tenê malbat, hemû gelê me xwediyê vê şînê ye. Tu kes vê zilmê ji bîr neke. Gogan wê ev tiştên qewimî, ji bîr neke.”

Şîn bi tevlîbûna şêniyên li gundên derdor û navçeyan dewam dike û sibe wê li Mizgefta TOKÎ ya li taxê dîsa bê danîn.