Serçeteyên Erdogan yeko yeko li Efrînê tên kuştin

Li Efrînê van sê rojên dawî gelek serçete hatin kuştin. Ji ber çalakiyên xurt ên YPG'ê di navbera çeteyên ku dewleta Tirk daye pêş de nakokî zêde bûn.

Çeteyên ku dewleta Tirk ji nava El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra daye hev li Efrînê gelek ji wan tên kuştin. Bîlançoya sê rojên dawî tabloyeke balkêş eşkere dike. Gelek ji çeteyên hatine kuştin serçete ne.

Dewleta Tirk li van çeteyên ku sûcên mirovahiyê bi wan dide kirin, navê "Kûvayi Milliye ya Sûriyeyê" li wan kiriye. Piraniya serçeteyên van koman (fermandarên payebilind) yeko yeko li Efrînê hatin kuştin.

Beşeke mezin a serçeteyên hatin kuştin, bi Tûgayên Sûltan Mûrat re li hev nedikirin ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin. Her ku ev serçete tên kuştin, nakokiyên navbera wan jî zêde dibin.

Lîsteya serçeteyên sê rojên dawî li Efrînê hatin kuştin:

14'ê Adarê: Fermandarê Cephet El Şamiye Ahmed Ebû Safî hate kuştin.

12'ê Adarê: Fermandarê OSO serdar (bînbaşi) Raid Muaz, Yarbay Münzir û ustegmen Nasr Hemadin hatin kuştin.

12'ê Adarê: Endamê Meclîsa Şûra Cehpet'ul Şemiye û berpirsyarê herêmê yê Ehrar El Şam Muhamed Ebû Abdul.

11'ê Adarê. Fermandarê qadê yê Feylak'ûş Şam Bahri Sami Heyani.

11'ê Adarê: Ji fermandarê Tumena Sultan Murad Velid Muhamed Nayif.

10'ê Adarê: Fermandarê baskê yekemîn yarbay Vail Musa û berpirsyarê medyayê yê Tûgaya Semerkantê Suheyl Kasim.