Ser mirinê di girtîgehê de tên girtin

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan bal kişand ser vî tiştî ku roj bi roj li girtîgehan mafên mirovan tên binpêkirin.

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD’a Enqereyê Çîgdem diyar kir ku li girtîgehan roj bi roj binpêkirinên mafan zêde dibe û rêveberiya girtîgehê jî li gorî kêfa xwe tevdigere. Kozan derbarê binpêkirinên mafan û mirinên bi guman ji ANF’ê re axivî.

‘BERDANA GIRTIYAN TÊ BETALKIRIN’

Kozan diyar kir şewitandina înfazan ango berdana girtiyan rojeva sereke ya malbatan e û got “Girtiyên ku înfaza wan temam bûye û li gorî qanûnê dikarin bi şert werin berdan, nayê berdan. Dema ku ev tişt tê kirin jî biryar û ûsûlên ne hiqûqî tên kirin. Bi hincetên gelekî biçûk û basît cezayê dîsîplînê didin girtiyan û înfaza wan tê şewitandin. Sermesele li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi hinceta ku stran gotine û govend gerandine, cezayê dîsîplînê dane 50 girtiyan. Bi biryarên Desteya Çavdêrî û Rêveberiyê înfaz tên şewitandin.  Desteya Çavdêrî û Rêveberiyê ji midûrê girtîgehê, midûrê duyemîn, karmendê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkoloh, sergardiyan û xebatkarê teknîkê pêk tê, lê deste xwe wekî dadgehê dibînin û derbarê azadiya kesan biryaran dide.’

LI SER GIRTIYÊN SIYASÎ POŞMANÎ TÊ FERZKIRIN

Kozan diyar kir derbarê azadiya kesan ji xeynî dadgehê saziyeke din nikare biryarê bide û got “Dewleta Tirk vî tiştî ji girtiyên siyasî re dibêje, azadiya te ne di destê dadgehan de ye, azadiya te di destê rêveberiya girtîgehê de ye. Di nav hincetên desteyê de ev tişt hene, dema ji korîdorê derbas bûye hevalê xwe hembêz kiriye yan jî ew û hevalê xwe yê qawîşê xweş li hev dikin. Bi van tiştan re dixwazin li ser girtiyên siyasî poşmaniyê bidin ferzkirin.  Jixwe ev kes çalakiyên xwe wekî poşmanî nabîne, ev kes çima bixwaze poşman bibe. Dewlet bi rêya rêveberiyên girtîgehê, metoda şewitandina înfazê ji xwe re kiriye qaîdeyek. Girtî jî van tiştan protesto dikin û li hinek girtîgehan grevên birçîbûnê yên demkurt kirin. Malbat ji ber şewitandina înfazê çalakiyan dikin. Pê re jî destûr nayê dayîn ku girtî mafên xwe yên civakî bi kar bînin, mafên wan ên sohbet û kûrsê tên binpêkirin. Sewqî girtîgehên din nayên kirin, odeya wan nayê guherandin. Ev tişt girtîgehê dike êşkencexane. “

‘DIVÊ LI SER MIRINÊN LI GIRTÎGEHÊ WERE SEKINANDIN’

Kozan diyar kir mirinên li girtîgehan ne bi tenê ji ber xwekuştin û nexweşiyan e û bal kişand ser şûna êşkenceyê ya li ser bedena girtiyên ku jiyana xwe ji dest dane û got “Mirov dikare bibêje ku lêpirsîneke xurt nayê meşandin. Ji girtîgehan nûçeyên mirinê tên lê ser van mirinan tê girtin û lêpirsîneke xurt nayê kirin. Sermesele rêveberiya girtîgehê diyar kiriye Ferhan Yilmaz ji ber sekinandina dil jiyana xwe ji dest daye lê di medyayê de derket holê ku êşkence lê hatiye kirin, pozê wî şikestiye, li ser rûyê wî û bedena wî birîn hene. Halîl Kasan ê ku hatibû diyarkirin gardiyanan êşkence lê kirine jî beriya ku wî têxin beşa lênihêrîna kûr di telefonê de ji malbata xwe re diyar kiriye êşkence lê hatiye kirin. Heke em bibêjin girtiyan xwe kuştine lê gardiyan an jî peywirdarên girtîgehê berê van girtiyan dane xwekuştinê. Di vî warî de tu lêkolîn nayê kirin. Şertên girtîgehê û kirinên li girtîgehan bandorê li psîkolojiya girtiyan dike û divê li ser vî tiştî jî were sekinandin. Em bibêjin mirina Garîbe Gezer xwekuştin e gelo dema ku ew xistine odeya bi sînger û îstîsmar lê hatiye kirin, van tiştan bandor li wê nekiriye.”

SAZIYA TIPA EDLÎ LI GORÎ KONJUKTURA SIYASÎ TEVDIGERE

Kozan bal kişand ser girtiyên ku nexweşiyên wan hatine asteke krîtîk û got “Saziya Tipa Edlî raporê dide kesên ku nexweşiya wan hatiye asta krîtîk. Ev kes jî yan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest didin an jî beriya mirina xwe bi çend mehan tên berdan. Di medyayê de derket holê ku Mehmet Emîn Ozkan nikare bimeşe û gelek nexweşiyên wî hene. Ev kes nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne lê nayê berdan. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê diyar dike ku ev kes nikare di girtîgehê de bimîne lê dadgeh wî bernade. Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê jî rapor daye ku Aysel Tûglûk nikare di girtîgehê de bimîne lê Saziya Tipa Edlî dibêje dikare di girtîgehê de bimîne. Saziya Tipa Edlî ne li gorî zanist û etîkê lê li gorî konjuktura siyasî biryaran dide. Heke mirov mirinên li girtîgehan wekî xwekuştin û nexweşiyan bibîne tê wateya ku mirov êşkence û zextên li ser girtiyên Kurd nabîne.

Kozan herî dawîn diyar kir ku divê vê hiqûqa dijminatiyê ya li ser girtiyan were rakirin û got “Heke li ser girtiyan tecrîd neyê kirin û mafên girtiyan neyê binpêkirin, ev tişt wê beşek pirsgirêkên li girtîgehan çareser bike. Lê em qala pergaleke wisa dikin ligel ku girtiyan înfaza xwe temam kirine nayên berdan. Bi awayê herî zelal mirov dikare bibêje ku divê dev ji hiqûqa dijminatiyê ya li ser girtiyên siyasî wer berdan, wê demê pirsgirêk dikarin werin çareserkirin.”