Senetoya Fransayê xelat diyarî YPG û YPJ’ê kir
Senetoya Fransayê ji ber têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, xelat diyarî berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd kir.
Senetoya Fransayê ji ber têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, xelat diyarî berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd kir.
Ji ber têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li hemberî terora DAÎŞʹê, Senatoya Fransayê berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd xelat kirin.
Di pîrozbahiya Newrozê de ku Yekitiya Karsazên Kurd ên li Fransayê li dar xistibû de, Rûksan Mihemed û Nûrî Mehmûd ji aliyê endamê Senatoya Fransayê Xavier Écoville ve hatin xelatkirin.
Di merasîmê de şandeya Rêveberiya Xweser ya ku li Fransayê hevdîtinan dike, hejmareke senator û siyasetmendarên Fransî beşdar bûn.
Di merasîmê de cejna Newrozê hat pîrozkirin û behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li dijî herêmê hatin kirin. Her wiha ji aliyên Fransî û navneteweyî hat xwestin ku piştgriyê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Beşdaran bal kişand ser komkujiya şeva Newrozê (20'ê Adarê) ya li navçeya Cindirêsê û guhertina demografî ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî pêk tînin. Hate destnîşankirin ku rawestandina van sûcan û binpêkirinan berpirsiyariya hêzên navneteweyî ye.
Di merasîmê de şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê û rola wan a di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hat silavkirin.
Di dawiya merasîmê de siyasetên qirkirinê yên ku li dijî gelan bi giştî û gelê Kurd bi taybetî tên meşandin û rêbazên têkbirina van siyasetan hatin nîqaşkirin.