Senatoya DYE’ê pêşnûmeya pêkanînan a ji bo Tirkiyê pejirand

Pêşnûmeya pêkanînan a ji bo Tirkiyê li Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoya DYE’ê hate pejirandin. Di hilbijartinê de 18 dengê erê û 4 dengê na derket.

Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoya DYE’ê, derbarê kirîna pergala S-400 a parastina hewayî ya Tirkiyê ji Rûsyayê, pêşnûmeya pêkanînê ya ji aliyê senatorên Komarparêz û Demokrat ve hatibû amadekirin xistin dengdanê. Di hilbijartinê de pêşnûmeya pêkannînê ya li ser Tirkiyê hatî pêşbînîkirin bi 18 dengên erê û 4 dengên na, hate pejirandin.

Hê nayê zanîn ka pêşnûme wê kengî ji aliyê Senatoyê ve bikeve dengdanê.

Komîteyên Xizmetgozariya Çekdarî ya Meclîsa Nûneran û Senatoya DYE’ê jî duh ji ber ku Tirkiyê li ser bûdceya sala 2020’an bi Rûsyayê re li hevkiriye û pergala parastina hewayî ya S-400’an kiriye, daxwaza pêkanîna guşaran li ser Trkiyê kirbûn.