Sefîrên Evûstralya û Romanyayê çûn serdana HDP’ê

Sefîrên Evûstralya û Romanyayê çûn serdana Navenda Giştî ya HDP’ê. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar heyet ezimandin.

Li gorî Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê Sefîrê Romanyayê Stefan Tînca çû serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan. Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy jî di serdanê de amade bûn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî li navenda giştî ya partiya xwe sefîrê Evûstralyayê Marc Înnes Brown ezimand. Brown ê ku peywira wî ya li Tirkiyeyê bi dawî bû, bi Sîncar re li ser rojevê axivîn.