Saziyên Kurd ên Ermenistanê piştgirî dan pêngava KCK’ê

Saziyên Kurd ên Ermenistanê tevlîbûn û piştgiriya xwe ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ nîşan dan.

Rêveberên Saziyên Kurd Şêwira Gelê Kurd, Kurdistan Komîte û Yekîtiya Jinên Azad bi daxuyaniyekê tevlîbûn û piştevaniya xwe ji bo pêngava KCK’ê ya ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ nîşan dan.

Li ser navê saziyan Hevserokê Şêwira Gelê Kurd û parlementer Kînyas Hasanov û li ser navê Yekîtiya Jinên Azad jî endama KNK’ê Jînda Qadir axivîn.

Di daxuyaniya hevpar a li ser navê saziyan hate dayîn de ev hate gotin: “Em tevlî kampanyaya hatî ragihandin dibin û piştevanî dikin.

Zêdetirî 20 sal in Rêber Apo li Îmraliyê tê ragirtin. Destpêka her tiştî azadiya Rêber Apo dixwazin. Ji bo azadiya Rêbertî gelê Kurd li ser lingan e. Weke Nelson Mandêla wê Rêbertiya me jî azad bibe û wê Rêbertiyê ji gelê Kurd re bike.

Ji bo azadiya Rêber Apo 40 milyon Kurd li ser lingan e û heta roja îro jî dewam e. Rêber Apo sembola azadiya gelê Kurd e. Rêber Apo serokê gelê Kurd û sembola berxwedanê ye. Ne tenê em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, heman demê gelên din ên ji bo azadiyê têdikoşin, azadiya Rêbertiyê dixwazin. Rêber Apo ne tenê rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên hejar re jî.

Em jin divê tim ji bo azadiya Rêberê xwe li qadan bin. Dijminên gelê Kurd xwedî rêveberiyekî ewqasî faşîst e ku li zarokên di nava dergûşê de jî qetil dikin.Tevî vê jî cîhan bêdeng e.

Bang dikin ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin. Azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.