Saziyên AKP'ê yên bê pere mane, berê xwe dane şaredariyê

Ji ber krîza aborî ya mezin a li Tirkiyeyê, şaredariyên qeyûm dest bi lêçûnên saziyên din kirin. Lêçûna şîrînahiya Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr jî, ji aliyê şaredariya qeyûm ve tê dayîn.

Rewşa ku di saziyên Wanê de diqewimin bi awayekî zelal nîşan dide ku AKP’ê di nava 20 salan de Tirkiye xistiye kîjan halê. Li Wanê Walî û saziyên girêdayî wê nikarin pereyan peyda bikin. Ji ber krîza aborî ya li Wanê, Walî û saziyên girêdayî wê, Miftîtiya Parêzgehê, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî û Midûriyeta Çandiniyê ya Parêzgehê hema bêje hemû lêçûnên xwe ji şaredariyên ku ji aliyê qeyûm tên birêvebirin distînin. Ji ber ku Dîwana Berstinê der barê pereyên ku li şaredariyên qeyûm hatine xerckirin an jî dizîn de, ku gelek caran navê wan bi gendeliyê tê rojevê, tu lêkolîn nekiriye, saziyên din ên giştî jî çavên xwe li şaredariyên qeyûm girtine.

Miftiyê Parêzgehê ku li Wanê avahiyeke bi heybet a xizmetguzariyê û bê fonksîyon çêkir, bi nivîskî serî li Walîtiya Wanê da û ji ber ku di peydakirina butçeyê de zehmetî dikişandin, xwest ku hinek pêdiviyên wan bên bicihanîn. Miftîtiya Parêzgehê bi pereyên şaredariyê pêdiviyên amûrên paqijiyê bi cih tîne. Ji xeynî Miftiyê Parêzgehê, Midûriyeta Çandiniyê ya Parêzgehê jî diyar kir ku pirsgirêkên wan ên butçeyê hene û lîsteyeke pêwîstiyan dane şaredariyê. Şaredariyê ji bo şîrîniyên ku di meha Mijdarê de kirî jî pere da Midûriyeta Çandiniyê ya Parêzgehê. Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê jî lêçûna amûrên kirtasiyê yên hemû dibistanan ji şaredariyê girt. Walîtiya ku ev hemû sazî pê ve girêdayî ne, ji aliyê budçeyê ve zehmetiyan dikişîne. Ozan Balciyê ku hem qeymeqam û hem jî qeyûmê şaredariyê ye di hemû xebatên Walîtiyê de pereyan ji kaseya şaredariyê dide.

LÊÇÛNÊN PAKÊTÊN ALIKARIYÊ YÊN AKP’Ê JÎ JI ŞAREDARIYÊ YE

Şaredariyên qeyûm ne tenê pereyan didin saziyên din, di heman demê de bi dildarî pereyan dişînin hemû xebatên Rêxistina AKP'ê ya Wanê. Yek ji xebatên hilbijartinê yên klasîk ên AKP'ê, belavkirina koliyên alîkariyê dîsa dest pê kir. Serokatiya Şaxa Jinan a AKP'ê ji serê hefteyê ve paketên ku ji Xizmetên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin hatine wergirtin, li malbatên xizan ên ku ji berê ve diyar bûne belav dike û propagandayê AKP’ê dikin.

Li şaredariyên qeyûman ên ku her cure gendelî, bertîl û torpîl lê tên jiyîn, talîmata Rêxistina AKP'ê ya Parêzgehê ji bo wezîfedarkirina wan esas tê girtin.