Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Soza me ji bo çareseriyê heye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, bi gel re hat ba hev û got: “Pirsgirêk bi wadên bê bingeh çareser nabe, bi têgihiştinek bi gel re çareser dibe. Em xwedî wê îrade û biryardariyê ne ku van bixin jiyana xwe.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li ber avahiya HDP’ê ya li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê daxuyaniyek da. Ji xeynî Hevserokên HDP’ê yên Cîhanbeylî yê gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Sancar di destpêka axaftina xwe de serdana xwe ya li Kûlûyê bi bîr xist û diyar kir ku derdên esnaf û cotkaran gelek in, ji bo guhdarkirinê rojek têrê nake. Sancar destnîşan kir ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan dixebite û wiha got: “Em van dizanin, lê zanîna van têrê nake. Em li vir bi we re ne. Hêza ku li vî welatî pirsgirêkan çareser bike em in, hêza çareserkirina pirsgirêkan li cem me ye.”

‘EV DESTHILATE DIZ E’

Sancar da zanîn ku desthilatdar pergalek bacê ya bê edalet heye û got: “Em baceya ku rêyên tê de derbas nabin, balafirgehên qet bikarnaînin, ceyrana em bikarnaînin didin. Didin kê didin bi çekê desthilatdaran. Ji ber vê em ji vê desthilatê re dibêjin diz. Em çareseriyê dixwazin. Ev desthilat jî polîtîkayên mêtîngerî, talan û rantê didomîne. Nanê me û pêşeroja me tê xespkirin. Divê em ji vê re bibêjin bes e. Em ji ber wê dibêjin sozek me hey e.”

‘HÊZA RIZGARKER GEL BI XWE YE’

Sancar, di axaftina xwe de qala operasyonên derveyî sînor û polîtîkayên li ser elewiyan kir. Sancar, diyar kir ku yekane hêza rizgarker gel bi xwe ye û got: “Desthilat ji bo ku krîza aboriyê û bêedaletiya heyî bide ji bîr kirin operasyonên derveyî sînor lidar dixe. Pirsgirêka elewiyan hewl didin bi serdanên berbiçav û helwestên qure çareser bikin. Ev pirsgirêk wisa nayên çareserkirin. Gotina me parastina hemwelatîbûna wekhev e.

‘ÇARESERÎ LI CEM ME YE’

Sancar ragihand ku çareserî ew in axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bawerî mafdariya xwe dikin. Rêya me rêya azadî, demokrasiyê ye. Yekane hêza rizgarker gel bi xwe ye. Çareserî em in, çareserî di têkoşîna hevpar û bi hevre bûnê re derbas dibe. Hêza gel a bibe yek û mezin bibe, wê dawî li vê sefaletê bîne. Em doz didin ku em ê pêşengtiya vê hêzê bikin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê bi meşin jî. Em mafdar in, bi hêz in em ê ser bi kevin.”