Sancar: Kolan bi kolan em têkoşînê mezin dikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Mersînê di mîtînga partiya xwe de axivî û bang li desthilatdariyê kir ku îstifa bike. Sancar got, "Mal bi mal, kolan bi kolan em têkoşînê mezin dikin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mersînê bi navê 'Banga ji bo demokrasiyê' mîtîngek li dar xist.

Mîtîng li kêleka Stadyûma berê ya Tevfîk Sirri Gur hate lidarxistin.

HDP'î ji du nuqteyên kontrolê derbasî qada mîtîngê bûn û li ger stranên bi Kurdî govend gerandin.

Di mîtîngê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li mîtîngê axivî û got, "Em zanin ku dema vê coş û kelecanê dibîne yên ku li Qesrê ne ji tirsa dicirifin." Sancar diyar kir ku gel bi HDP'ê re vê desthialtdariyê têk dibe, vê sîstema xerabûyî têk dibe, vê pergala mêtingerî, derewîn û talanê diguherîne.

Mîthat Sancar got, "Divê ev desthilatdarî îstifa bike, divê niha îstifa bike" û wiha dewam kir:

"Divê biryara hilbijartina pêşwext an jî hilbijartina lezgîn bide. Eger ji xwe bawer e, eger di gotina xwe ya ku dibêje 'min pirtûka aboriyê nivîsandiye' ji dil be, hingî bila sindoqa hilbijartinê bîne, bê wê gel bersiveke çawa bide. Bila bên, bersiva xwe ji gel werbigirin. Weke ku tê dîtin em di her kêliyê de ji bo hilbijartinê amade ne. Em têkoşînê li her derê, li taxan, li malan, li kolanan, li qadan mezin dikin."

Sancar destnîşan kir ku HDP mala hevpar a gelan e, îradeya yekbûyî ya gelan e, misogeriya paşeroja hevpar e û got, "Em ê vê sîstema xerabûyî biguherînin. Tenê em dikarin vê sîstema zilm, mêtingerî û otorîter biguherînin. Em xwedî vê biryardariyê ne."