Sancar: Ji bo têkbirina van zaliman pêwîstî bi hevgirtinê heye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di Merasîma Bîranîna Hacî Bektaş Velî û Çalakiyên Çand û Hunerê de got, "Ji bo têkbirina vê desthilatdariya zalim û talanker pêwîstiya me bi hevgirtinê heye."

Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Turgut Oker, Maseya Elewiyan a HDP’ê, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê (MYK) Sultan Ozcan, Tuncer Bakirhan û Dogan Erbaş, parlamenter Alî Kenanoglu, Alîcan Onlu, Kemal Bulbul û Zeynel Ozen pêk tên, beşdarî Çalakiyên Çand-Hunerê û Merasîmên Bîranîna Haci Bektaş Welî bû

Sancar û heyeta pê re li ber Şaredariya Hacîbektaş a Nevşehîrê bi gel re hatin cem hev û piştî serdana şaredariyê, Dergah ziyaret kirin.

'EM Ê BI HEV RE VÊ DESTHILATDARIYÊ TÊK BIBIN’

Sancar di serdanê de axivî û got, “Em ê desthilatdariya ku li hemû qadan newekheviyê belav dike û nîjadperestiyê xwedî dike, bi hev re biguherînin. Em biguherînin da ku ev welat nefesê bigire. Bila ji her baweriyê mirov baweriya xwe bi azadî bijîn. Bila mirovên ji hemû neteweyan wek xwe bijîn. Bila azad be. Ji bo hûn azad bin, divê hûn aîdê xwe bin. Armanca me ew e ku wek hemû bawerî û gelan jiyîne. Bingeha vê jî wekhevî û azadî ye.”

Sancar diyar kir ku divê mafên elewiyan di Makeqûnênê de bên mîsogerkirin û wiha domand,“Elewî ne lutf û sedeqeyê, lê mafên wekhev dixwazin. Ji bo van daxwazan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li cihekî desthilatdarî ewqas talan û diziyê dike, ne pêkane ku HDP’ê bi tena serê xwe vî barî rake. Lewma pêdiviya me bi hevgirtineke wisa heye ku hem vê desthilatdariya dizîker têk bibe û hem jî vê pergala talanê biguherîne. Hewceye em aştiyeke li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û demokratîk bînin vî welatî. Divê em vê desthilatdariyê û pergala bêedalet biguherînin. Werin em bibin yek.” 

Sancar bernameya xwe bi ziyareta esnafan dewam dike.