Sancar: Em ê teqez bi serbikevin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ew ê weke HDP’ê Komara Demokratîk ava bikin û got: “Baweriya me û hêza me bi vê heye. Em ê teqez serbikevin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ku beşdarî 12'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû, li vir xîtabî hezaran kesên beşdarî konserê bûn kir û derbarê rojevê de nirxandin kirin.

Sancar ê kongreya HDK’ê pîroz kir, bi hezaran kesên eywan tejî kirin silav kir. Sancar diyar kir ku rêwîtiya ku HDK'ê ji bo civakîkirina siyasetê û siyasetkirina civakê da destpêkirin, dewam dike. Sancar bi lêv kir ku ew deyndarên HDK’ê ne û wiha got: “Damezrandina kongreyê gelekî hêja bû, meşa wê gelekî girîng bû. Cihê ku em jê hatine, rexne, xwerexnekirin û pirsiyarkirin jî pêwîstiyeke berpirsyariyê ye, pêwîstiyeke berpirsyariyê ya li pêşberî van wezîfeyan e. Dirûşmeya em bi meclîsan re xwe birêxistin bikin yek ji stûnên herî bingehîn ên kongreyê bû. Divê em qebûl bikin ku kêmasiyeke me heye, lê li pêşiya me serdemek û bendeke gelekî girîng heye. Ji bo fêmkirina vê bendê, divê beriya her tiştî em hemû hêzan bi rengê xwe yê herî dînamîk ji nû ve seferber bikin, lê belê hîn bêhtir divê.”

‘LI PÊŞIYA ME PÊVAJOYEKE KRÎTÎK HEYE’

Sancar, qala hilbijartina ku nêzîk dibe kir û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku li pêşiya me xaleke werçerxê û bendeke krîtîk heye ku bi sedsala komarê re li hev tê. Hilbijartin hene. Şert û mercên jiyanî yên ku têkoşîna civakî û têkoşîna hilbijartinê ya heta niha me meşand, di jiyana civakan de zêde dernakeve holê. Her hilbijartin evqas krîtîk û girîng nîne. Niha jî di vê hilbijartinê de, çawa ku em armancên xwe diyar dikin, em bi wezîfeya ji nû ve bicihanîna dirûşma damezrandinê û armancên HDK'ê bi rengekî herî xurt re rû bi rû ne.

ARMANCA ME BI DESTHILATÊ BIDE WINDAKIRINE

Me got hilbijartin ji hilbijartinê wêdetir e. Belê, avahiya rejîmê tê meşandin. Bloka desthilatdar a heyî, ji bo rejîma otorîter mayînde bike wê hemû rê û rêbazan bi kar bîne. Di vê hilbijartinê de armanca me ya destpêkê divê sekinandina pêvajoya avakirina vê rejîmê be. Beriya her tiştî divê em rê li ber rejîma ku tê xwestin bê avakirin bigirin. Armanceke me ya din a girîng, stratejîk heye ku em bi vê desthilatê  bidin windakirin. Em ê avakirina rejîmê rawestînin, em ê bikin ku desthilat winda bike, lê dema ku em bidin windakirin em ê bi hemû civakê bidin qezenckirin.

Herî baş em dizanin ka em ê çawa li ber xwe bidin. Kombûyîna siyasî ya li van eywanan tê temsîlkirin, berxwedana herî baş dizane û herî baş gelê Kurd dizane li ber xwe bide. Têkoşînên bi dehan salan hene, rîsk hene ku ji bo azadiyê, ji bo wekheviyê her berdêlê bidin. Di van hemûyan de em dikarin şêweyên herî bi rûmet ên berxwedanê bibînin. Dem ew dem e ku bi îradeya avakirinê, entegrekirina bi temamî berxwedanê re têkiliyê deynin. Ev benda krîtîk berpirsyariyeke mezin li ser me ferz dike.

AVAKIRINA KOMARA DEMOKRATÎK

Weke dareke HDP'ê ya li ser erdê ku HDK’ê çandiye em ê Komara Demokratîk û jiyana nû ava bikin. Baweriya me û hêza me bi vê heye. Em ê teqez serbikevin.

Dilê gelê me dewlemendiya me ya herî mezin e, em dibêjin 'Xezîneya me gelê me ye', em dizanin ku ev xezîne wê teqez pêşengiyê ji vê meşê re bike û bigihîne serkeftinê. Em deyndarê vê xezîneyê ne, em deyndarê gel in û erk û berpirsyariya dîrokî ya me hemûyan e ku em deynê xwe bidin.

EM BAWERÎ BI HÊZA XWE Û GELÊ XWE TÎNIN

Ev rê rêya ronîkirinê ye. Tifaqa xurt a ku me bi Tifaqa Ked û Azadiyê ava kiriye, meşaleyeke xurt e ku wê siberoja vî welatî ronî bike. Ji ber vê yekê wê Tifaqa Ked û Azadiyê mezin û berfireh bibe. Serkeftina vê tifaqê jî jêveneger e. Ya ku bingehê ji vê tifaqê, Tifaqa Ked û Azadiyê re dabîn dike HDK ye. Dema HDK'ê beriya 12 salan, weke zemîna vê tifaqa herî berfireh a demokrasiyê derket holê. Di dema pêş de HDK sazî û dezgeha me ye ku wê vê zemînê ji nû ve xurt bike. Ji bo em vê fonksîyonê bi cih bînin wezîfeyên girîng ên me hemûyan hene. Divê em hemû van wezîfeyan bi temamî bi cih bînin. Weke HDK, HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê em bi hêza xwe bawer in. Em ji gelê xwe bawerin. Em ê bi ser bikevin, em bi biryar in, ji ber ku heke em bi ser nekevin gelek tişt hene ku em ê winda bikin. Ev civak wê destûrê nede xwe ku ewqasî winda bike.”

Piştî axaftina Sancar, koroya Komîsyona Çand û Hunerê ya HDK'ê derket ser dikê. Dû re Lawje derket ser dikê û Lijneya Giştî ya bi gerandina govendê ya bi coş bi dawî bû.