Sancar: Divê li hemberî şer helwesteke xurt were nîşandan

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir divê li hemberî şer, nefret û feraseta cudakirinê helwesteke xurt were nîşandan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de rojevên heyî nirxand.

QEZAYA LI DUTAXÊ 

Sancar, di serî de ji bo malbatên kesên duh li navçeya Dutax a Agiriyê di qezayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û wiha got: “Xwedê rehma xwe li kesên di qezaya li Dutaxê de jiyana xwe ji dest dane bike, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazim. Mirov nikare hinek karesatan tenê weke qeza qebûl bike. Mînaka me li Dêrikê jiyayî, yek ji mînakên vê yên zindî ye. Ev karesat, encama terkexemiyê ya desthilatdariyê ye.” 

Bi domdarî Sancar bal kişand ser rojeva siyasetê ya welet û wiha domand: “Pirsgirêkên civak û welêt roj bi roj girantir dibin û siyaset jî welêt û jiyana civakî dixitimîne. Armanca sereke ya saziya siyasetê ew e ku bo pirsgirêkên siyasî û civakî çareseriyên mayînde pêş bixe. Heke ji vê armanca xwe derkeve, dê êdî nekare bibe saziya diyarkirina qedera gel û veguhere amûra rant û rûxandinê. Mixabin ku di halê hazir de rewşa em tê de ev e.”

DOZA KURDAN

Divê demildest dev ji polîtîkayên çaresernekirinê û rêbazên mîlîtarîst bên berdan. Ji bo veşartina îstîsmarê, xitimandina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên şer bi kar tînin. Ji bo ku kedkaran bera ber hev bidin, tevdigerin. Divê me li hemberî polîtîkayên çaresernekirinê, şer, zimanê nefretê û feraseta jihevcihêkirinê helwesteke xurt nîşan bidin.

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Di 20 salan de herî kêm 859 rojnamvan di desthilatdariya AKP’ê de hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînên li dijî xebatkarên çapemeniya azad ên li Amed û Enqereyê hatin kirin de di 5 mehên dawî de 33 rojnamevan hatin destgîrkirin û 26 rojnameger hatin girtin. Em tundiya li ser jinê di her kêliyê de radigihînin, ev yek di serdema desthilatdariyê de jî qat bi qat berdewam dike. Bêhiqûqiya li girtîgehê, tecrîd, zext û pêkanînên hovane yên li dijî girtiyên nexweş,dîmenekî din ê rewşê nîşan dide. Wêraniya vê hikûmetê çêkiriye pir mezin e, hilweşîn di her warî de pir kûr e. Divê tu kes li vê rewşa xerab nenêre û nekeve nav bêhêvîtî û reşbîniyê. Hêza me heye, em ê biguherînin, em ê bi ser bikevin.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞTIR BIKIN

m ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan diyalog û muzakereyê pêşniyaz dikin. Têkoşîna civakî û muzakereya siyasî du rêbazên gelekî hêja ne ku divê bi hev re bên meşandin. Armanca me ew e ku ji pirsgirêka Kurd heta pirsgirêka Elewiyan, ji doza jinan a wekhevî û azadiyê, ji pirsgirêkên ciwanan heta pirsgirêkên di navbera van mijaran de têkoşîna civakî mezin bikin û qenalên muzakereyên siyasî berfireh bikin. Di diyaloga bi hev re, di têkiliyên hemû derdorên demokratîk ên bi hev re, di têkiliyên xwe yên bi beşên herî dûr ên civakê re em bi biryar in ku van tiştan pêk bînin. Peywira me ye ku em rê, rêbaz, ziman, şêwaza vî tiştî bibînin.”