Sancar: Divê her kes piştgiriyê bide HDP’ê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku armanca êrişa faşîst qetlîam bû û got “Divê hemû kes li dora HDP’ê bibin xeleq.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, li Navenda Giştî ya HDP’ê bi komeke rêveberên partiya xwe re derbarê êrişa ku li Îzmîrê li dijî avahiya partiya wan a bajar pêk hat û li ser kuştina xebatkara partiyê Denîz Poyraz daxuyaniyek da.

 Daxuyaniya Sancar bi kurtasî wiha ye:

“Li dijî avahiya me ya Îzmîrê êrişeke nemerd pêk hatiye û xwişka me Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest daye. Ev êrişeke nemerdî ye lê li ber çavan pêk hatiye. Divê ez vê vekirî bibêjim, li vir tenê kesek bê ser û ber nehatiye qetilkirin û planeke bisînor tune ye. Li Rêxistina me ya Bajar a Îzmîrê, di saeta ku êriş pêk hat civîneke me ya rêveberiyê ya bi 40 kesî hebû. Ji ber hin sedemên lezgîn civîna me hat taloqkirin. Li vir plan zelal e. Tişta hatiye xwestin komkujî ye. Em planên vê komkujiyê ji nêz ve nas dikin. Kujer hedef negirtiye û bê ser û ber guleyan reşandiye. Xwestiye kî hebe bikuje. Ev di heman demê de provakasyon e. Divê herkes bibîne ku ev provakasyoneke talûke ye. 

Bi mehan em dibêjin, ev desthilat ji aloziyê xwedî dibe û hewl dide muxalefeta demokratîk bi gef û şantajê bêdeng bike. Hewl didin her rêbazî HDP’ê bêdeng bikin. Doza Kobanê ji bo vê ye. Dîsa doza girtinê jî ji bo vê armancê ye. Kesên ku bi siyaset û hiqûqê nikarin bi me re serî derxin niha kujerên xwe yên çekdar kirine dewrê. Avahiya me ya Îzmîrê sal û nîvek e di bin dorpêçê de ye. Ji gelek derdoran provakatoran dişînin wir. Êrîşkar di destê wî de çek dikeve avahiya me û bi sedan polis wî ji nedîtî ve tên û rê didinê. Em ê bi rêya hiqûqê hesabê vê bipirsin û hemû provakasyonan pûç bikin. 

Hedefa êrişa ku pêk hatiye ne tenê HDP ye. Divê ev bê dîtin û bê ziman. Êşa me mezin e lê hirs û biryardarbûna me jî bi qasî êşa me teqez e. HDP ewlehiya herî mezin a aştî û pêşeroja welat e. Em ê li bîranîna Denîz xwedî derkevin û li dijî qetilkirina wê bi awayekî bilind dengê xwe derbixin. Li vir bangeke me ya vekirî heye; hemû kesên ku li aliyê demokrasî, aştî û edaletê ne, divê li dora HDP’ê bibin xelek. Xelekbûna li dora HDP’ê xwedîderketina ciwan û kedkaran û parastina siyaseta demokratîk e. Em hemû serokên partiyên li meclisê û ne li meclisê di demeke kurt de bên gel hev û bi hev re nirxandinek bikin. Li dijî vê plana qirêj û tarî helwesteke hevpar nîşanî gelên Tirkiyeyê bidin. 

Bi rastî jî êşa me mezin e. Xwişka me ya Denîz hevaleke me ya ciwan e. Ev demeke alîkariya dayika xwe ku li avahiya me ya Îzmîrê dixebite û niha nexweş e dike. Ji navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ye. Qetilkirina Denîz ne cinayet komkujî ye. Qetilkirina Denîz êrişa li dijî me hemûyan e. Denîza hêja em soz didin te ku em ê têkoşîna te ya xweşik bidomînin. Em soz didin te ku em ê hesreta te ya jiyana demokratîk pêk bînin û aştiyê bînin. 

Niha Hevseroka me Pervîn Bûldan ji Stenbolê diçe Îzmîrê. Parlamenter, endamên Desteya Rêveber a Navendî û endamên Meclîsa Partiyê li Îzmîrê li hev kom dibin. Me li vir Navenda Koordînasyonê ava kir. Em hemû agahiyên ku tên li vir dinirxînin. Bi Îzmîr û hemû rêxistinên xwe re têkiliyên xwe bi awayekî rêk û pêk didomînin. Wê sibê merasîma cenaze pêk bê. Ez ê bi hevalên xwe re ji bo tevlî merasîmê bibim biçim Îzmîrê. Ne em, bila gotina dawîn dayika hevala me Denîz bibêje. Niha gotina wê ji we re ragihînin. Denîzek çû wê hezar Denîz bên.”