Sancar: Dem dema avakirinê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di kongreya HDP’ê de axivî û diyar kir ku berxwedan û avakirin armancên HDP’ê yên ji hev nayên cudakirin e û got, “Dem dema avakirinê ye.”

5’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Salona Sporê ya li Enqereyê bi coşeke mezin dewam dike.

EM Ê TEQEZ Bİ SER BİKEVİN

Hevserokê  Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya kongreyê de wiha got:

“Ev girseya qelebalix û bicoş ku dil û mejiyê wan li gel me ye, bersiva pêwîst dide hemû komplo û operasyonên li dijî partî, hevrê û gelê me. Ne hewceyî tiştek din e. Dengê ku ji vê derê bilind dibe, teqez wê sozên me bigihîne li hemû kedkarên welat. Ev kongre, ev girseya li vir kom bûye, wêrekî, fedakarî; ji kesên ku li qesran, labavatuarên medya û  ofîsên trol li pey xirabiyanin re dibêje: Hûn nikarin me ji vê rê, hevretî û têkoşînê vegerînin. Ji ber ku hizrê me pir bihêze û doza me mafdar e. Em bi hebûna xwe ji dil û can girêdayî hizir û doza xwe ne. Lewma em ê teqez bi ser bikevin.

DEM DEMA AVAKİRİNÊ YE

Em ji kevneşopiyeke berxwedanê tên, li vir seat û roj têra vegotina wê nake. Lê em ne tenê tevgereke berxwedanê ne. Tevgera me di heman demê de avakirina jiyana nû û pêşerojeke azad armanc dike. Berxwedan û avakirin armancên HDP’ê yên ji hev nayên cudakirin e. Dem dema avakirinê ye. ‘Jiyana nû’ ya ku em dixwazin ava bikin, ji pirsgirekên sedsalê ya welat bigre heta pirsgirekên demkî û navîn, çareseriyeke her alî û mayînde ye. Têgihîştina serwer û polîtîkaya kevneşopî ya li Tirkiyeyê di tu serdema dîroka xwe de bi muxalefeteke bi vî rengî ya radîkal, bi polîtîkayeke wisa gihîştî, bi îstîqrar, bi biryar û bi têkoşîneke bi rêxistinbûyî ya wisa bawerkirî re rû bi rû nebûye. Ji ber ku em wek HDP’ê  alternatîfa herî xurt ya li hemberî sîstemên tekparez, otorîter, kedxwar, diz û talanker in, lewma ji me ditirsin. Ji ber vê bi hemû hêza xwe êrîşê me dike, dixwazin me bêdeng û tune bikin. Lê hewldanên wan vale ye. Daneheva me ya deh salan, gelên ku me bi wan re kar kir û gelê Kurd, bi biryardariya hêzên demokrasiyê hemû planên wan vale derxist.

ÇARESERÎ Û AŞTÎ DI NAVA HEVÛDU DE YE

Gel, hevrÊ û mêvanên me yên hêja, hêza fikrê me ji giredanbûna heqîqetê tê. Yek ji wan jî pirsgirêka Kurd e. Pirsgireka Kurd rastiyeke ku xwedî dîrokek sed salî ye û nêzî çil sale di nava şer de ye, ev di serî de demokrasî û bingeha gelek pirsgirêkan e. Em dibêjin ku çareserî ji bo aştiyê, ji hev naye cudakirin. Çareseriya pirsgirekan nabe ku bi şer û şîdetê be. Çareserî û aştî tenê bi guftûgo û siyaseta demokratîk pêkan e.

RÛ BI RÛ BÛN

Em her dem dibêjin rû bi rû bûn û heqîqet. Em di dîtina vê heqîqetê de bi israrin. Di bingeha israra me ya çareseriyê de tenê Kurd nînin. Ev pirsgirek, dîrokî û pir alî ye. Ji ber ku çareserkirina demokrtîk a pirsgirêka Kurd tê wateya dest jê berdana polîtîkayên înkar û îmhayê. Em timî dibêjin aştî û bi israr aştiya mezin diparêzin. Em aştiyê dixwazin. Astengiya herî mezin a pêşberê wê, siyaseta dijmanatiyê ya li hemberî HDP’ê ye. Nêzîkatiya li HDP’ê û  pirsgirêka Kurd, nêzîkatiya li ser bingehê azadî û demokrsiyê tê kirine.

Hevreyên hêja, dema ku hilbijatin nêz dibin em dibînin ku pirsgirêka Kurd dibe amûra hikûmetê. Bi vê yekê re girêdayî, em dibînin ku di demên dawî de nîqaşên li ser tecrîda mutleq a li Îmraliyê zêdetirbûne. Em li vê derê hikûmetê hişyar dikin, lîstikên xwe yên hilbijatinê li ser tecrîdê nekin, mijareke wiha girîng ku hemû welat eleqeder dike, nekin amûrara siyaset û desthiladariya xwe. Li ser mijarê Îmraliyê gel nexapînin û rojevên vala dernexin. Dawî li tecrîdê bînin, derfet bidin ku raya giştî bigihe hizrên Abdullah Ocalan ku mafê wî yê bingehîn e.

PIRSGIRÊKA KURD NE PIRSGIRÊKEKE KU BIBE AMÛR

Ez dixwazim bînim bîra partiyên din ên muxalefetê jî: Ev mijareke girînge nabe ku mirov ji monîplasyonên desthiladariyê re bihêle.  Divê hêzên muxalefetê û demokrasiyê jî daxwaza afirandina şert û mercên ku aktorekî ku di dema borî de gelek caran tevkariya wî ya ji bo aştiyê hatiye îspatkirin, bikaribe vê rola xwe bilîze bikin. Cardin li vir dibêjim, pirsgirêka Kurd ne amûra hilbijartinan e. Ger kî vê mijarê ji bo hesabên xwe yên siyasî bikar bîne, ew ê winda bike.”