Sancar: Bila tu kes li ser Kurdan hesabên qirêj nekin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar diyar kir ku divê tu kes li ser Kurdan hesabên qirêj neke û got “Kurd û HDP kirdeya vî welatî ne.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. 

Sancar bi bîr xist ku çend roj maye ew di 3’ê Tîrmehê de kongreya partiya xwe li dar bixin û xwest gelen Tirkiyeyê bi coş û rengên xwe beşdarî kongreye bibin. 

Sancar diyar kir ku divê her kes berê xwe bide HDP’ê ya ku demokratîkbûna welat dixwaze û got “Em ê desthilatdariyê biavêjin ser sergo. Em niha di qonaxeke girîng de derbas dibin, desthilatdarî têk çûye lewma welat hildiweşe.”

Sancar anî ziman ku rêya wan vekirî ye û pêwîstî bi hêza ku bimeşe heye û mirovên vî welatî li benda wê hêzê û baweriyê ne. Sancar destnîşan kir ku desthilatdarî di wê ferqê de ye ku HDP xwedî hêzek xwe ya bingehîn heye û lewma her roj êrişî HDP’ê dike. Sancar da zanîn ku ew dixwazin ku pergala hemwelatîbûna azad û wekhev pêk were û yê vê ava bike jî HDP ye. 

Sancar bal kişand ser planên desthilatdariyê û muxalefetê ku li ser HDP’ê û Kurdan dikin û wiha got: “Ne bi tenê desthilatdarî hesaban dike,, yen derveyî desthilatdariyê jî jî her tim hesaban li ser HDP’ê dikin. Em hêza xwe ji bernameya xwe ya siyasî distînin. Li nîqaşan binêrin, dema mijar dibe hilbijartin û heyama hilbijartinan tê, Kurd û HDP dikeve bîra wan. Yên ku di dema hilbijartinê de Kurdan û HDP’ê tînin bîra xwe, wek hejmar û dengan lê dinêrin. Lê Kurd û HDP xwedî temsîliyetek xwe ya giran û mezin heye. Kurd û HDP ne hejmar in, rastî û kirdeya vî welatî ne. Bila tu kes li ser Kurdan hesabên girêj neke. Nexwê dê xwe bixapînin. Ewqas berdelên giran bi Kurdan didin, bi rastî jî wê bersiva Kurdan ji wan re giran bê û dema roja wê hat wê hesab ji we bixwazin. Bila kes xwe nede ser hejmaran, bila kes bi hesabên dengan nêzî Kurdan nebin. HDP ku di serî de temsîliyeta gelê Kurd û tevahiya gelên Tirkiyeyê ye, bi biryar e ku dê bibe hêza sereke ya siyasetê. 

Em ji wan re dibêjin dest ji hesabên xwe berdin. Kurd ne gelekî wisa ne ku zû werin xapandin û bên manîpulekirin. Dest ji xapandin û manîpulekirina Kurdan berdin."