Sancar: Berpirsê qetlîama li Konyayê desthilata AKP/MHP ye-NÛ BÛ

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ku li Konyayê qetlîameke hovane hetiye kirin û got: “Zimanê kîn û nefretê yê desthilatê, berpirsyarê yekem ê vê qetlîamê ye.”

Desteya Rêveber a Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (MYK-HDP), piştî qetilkirina malbata Kurd a di êrîşeke nîjaterestî ya AKP/MHP’ê şûn de, bi ‘lezgîn’ li avahiya Navenda Giştî civiya.

Di demek civîna MYK’ê dom dikir de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar daxuyanî da çapemeniyê.

Sancar ev tişt gotin:

“Îro di saetên şevê de li navçeya Meram a Konyayê qetlîamek pêk hat. 7 welatiyên Kurd bi hovane hate qetilkirin. Yek ji êrîşên nîjatperest ên demê dawî tên kirin a herî hovane ku weke mînak bê dayîn li Meram pêk hat. Zimanê kîn û nefretê yê desthilatê, berpirsyarê yekem ê vê qetlîamê ye. Ev desthilat demeke dirêj e zimanê nefretê ku HDP’ê û li ser HDP’ê re Kurdan dike hedef, bikar tîne. Daxuyaniyên ku bingehê polîtîkayên qetlîaman didin çêkirin, didin. Berî niha bi çend mehan, hevkarê biçûk ê desthilatê daxuyaniyên dayî li bîra me tevan e. Wê demê jî me hişyarî dabû. Ev ziman, hişmendî û polîtîka, jiyana hevpar a li Tirkiye jehrî dike, berhema hişmendiyeke ku dînamîtê dixe nava jiyana hevpar.

Roja hevala me Denîz Poyraz hatibû qetilkirin me diyarkiribû ku li holê kaosek heye. Bingehê ku rê li ber qetilkirina hevala me Denîz Poyraz vekiribû, ji heman hişmendî û heman polîtka û heman zimanî xwe dihilberîne. Me hişyarî dabû ku dewlet çi ji nava xwe çi jî ji nakokiyên hêzên cuda li ser Kurdan re planeke kaosê dixwaze pêk bîne.Di serî de me bang li partiyên muxalîf û hemû hêzên demokrasiyê kiribû.

‘BERPIRSÊ VÊ YÊ ESASÎ DESTHILAT E’

Êrîşên tên kirin ne tenê li ser HDP’ê ne, heman demê me diyar kiribû ku mijar hê kûrtir in. Weke dixuyê HDP’ê dikin hedef, lê li ser HDP’ê re polîtîkayeke ya qetlîamê ya sîstematîk li ser Kurdan tê şopandin. Rojên borî li Afyon, Enqer, Konyayê êrîşên nîjatperest ên mîna vê pêk hatibûn. Em tim da nîşanan ku ev ye dewama êrîşa hovane ya li ser hevala me Denîz Poyraz bûne. Lê desthilatê tişta ket ser mila ji xwe kir, ji bo pêşiya êrîşên nû vekin, li şûna tedbîrên pêwîst bigire, polîtîkayên ku bingehê êrîşan xurt bike, şopand. Berpirsê vê yê esasî desthilat e.

‘HÊZÊN DEMOKRASTÎ Û PARTIYÊN MUXALÎF HELWESTA PÊWÎST RABER NAKIN’

Li holê planeke cidî ya kaosê heye, li holê polîtîkayeke ya şer û tehrîkê ya cidî heye. HDP weke partiyeke jiyana hevpar a diparêze, ji bo bersiva herî xurt û bibandor bide hemû êrîşan wê li ser bingehê siyaseta demokratîk têkoşînê kir, dike. Lê li pêşberî vê rewşa wahîm li dijî vê polîtîkaya jehrî ya siberoja me tevan tehdîd dike, dikarin bêjin ku hêzên demokratîk û taybet partiyên mûxalîf helwestekî hevpar a bibandor raber nakin.

‘WERIN EM BI HEV RE LI BER QETLÎAMAN RABIN’

Em HDP ji bo li hember êrîşên nîjatperest ên li ser Kurdan rawestin, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Bang li hemû partiyên mûxalîfû hêzên demokrasiyê dikin, şermezarkirin tenê têrê nake, peyamên sersaxiyê nebesin, ji bo li gel hev cih bigirin û van polîtîkayan vala derbixin, pêwîstî hê zêdetir bi helwestek hevpar, biryardarî û baweriyê heye. Werin em bi hev re li dijî van polîtîkayên nefert û planaên qirkirinê rabin, werin em li vir bi hev re rawestin.

‘KURD NE BI TENÊ NE’

Gelê Kurd ne bi tenê ne. Gelê Kurd ne gelekî welê ye li ber van êrîşan bitirese û serî dane. Em HDP ku weke vîna vî gelî temsîl dikin, wê mafê jiyanê yê hevpar û dîsa jiyana li vî welatî biparêze, xwedî hêz û biryardariya mezin e. Em ê bi hev re û di serî de bi gelê Kurd re, li dijî polîtîkayên qetlîamkar, hişmendiya nîjatperest û pilanên kasosê daxwazên xwe yên demokratîk bi biryardarî bi domdar bînin ziman. Em ne bi tenê ne, ne bêhêzin. Em di ferq û zanabûn wê yekê de ne ku berpirsyariyên me yên li hember gel hene. Em di ferqa erka xwe de ne.

BANG: WERIN KONYAYÊ

Wê sibe bi min re heyetek mezin biçe Konya. Bang li hemû partiyên muxalîf û hêzên demokratîk dikim, li Konyayê li benda wan im. Wan vedixwînim ku bi hev re biryardariya parastina jiyana hevbeş bidin nîşandan dikim. Bi vê biryardariyê em ê têkoşîna xwe bidomîmnin. Em bi hev re bêjin bes e, wê di demekî herî kin de, pilanên nefret û qetlîamê dikarin rawestînin. Ji bo wê dîsa bang dikim; em sibe li Konyayê bê ba hev. Em ê sibe li wir bin, li bendê ne ku hemû lîderên muxalîf û hêzên demokrasiyê li wir bin.

Bi hev re bêjin bes e, bi hev re ji faşîzim û nîjatperestiyê re bêjin rawes te, bi hev re jiyana demokratîk wekhev biparêzin.”