Sancar: Aktorê sereke yên ku pêşî li ber vê rejîmê bigre em in

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku Doza Kompasê ya Kobanê, parçeyeke plana rejîmê ye ku dixwaze hebûna xwe bidomîne û got: “Aktorên sereke yên ku dê pêşî li ber vê desthilatdarî û rejîmê bigire û rê li ber serdemeke nû veke, em in.“

17’emîn rûniştina Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) tê de tên darizandin, di roja 5’an de berdewa dike. Doz, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Di navbera nîvro ya rûniştinê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bulgan tevî koma parlamentoyê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de Mîthat Sancar anî ziman ku ji bo rejîma AKP-MHP’ê, hilbijartinên dema pêş jî bi qasî referandûma sala 2017’an girîng in û wiha got: “Dema di sala 2017’an de ber bi referandûmê ve diçûn, di sala 2016’an de destnedayîn hatibûn rakirin û hevserokên me yên giştî jî di nav de gelek parlamenter hatin destgîrkirin û girtin. Piştre jî bi bi sedan, bi hezaran hevalên me dîl hatin girtin. Di rewşeke wiha de ketibûn referandûmê. Vê rejîmê xwest bi wê referandûmê cil û bergekî qanûnî amade bike. Di wê referandûmê de armanc kir ku HDP’ê ji holê rake ku bo xwe weke mezintirîn gef didît. Doza Kobanê, dozeke kompasê ye. Plana tesfiyekirina siyasî ye û ji bo domandina rejîma faşîzan jî parçeyeke girîng ê planê ye.”

MEBEST, TESFIYEKIRINA HDP’Ê YE

Bi domdarî Sancar destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide HDP’ê bi destê darazê tesfiye bike û wiha pê de çû: “Dibêjin qey heke HDP neyê astengkirin, dê nekarin xwe li ser pêyan bigirin. Di vê mijarê de neheq nînin. Aktorên sereke yên ku dê pêşî li ber vê desthilatdarî û rejîmê bigire û rê li ber serdemeke nû veke, em in. Tifaqa me ye û bloka mezin a demokrasiyê ye. Divê Doza Kobanê tenê ji hêla daraz û hiqûqê ve neyê nirxandin. Ev yek kêm dimîne. Dixwazin beriya hilbijartina pêş, bi Doza Kobanê re HDP û tifaqa wê bêbandor bikin. Xefika wan e. Lê ev xefik li eywanên dadgehan ji hêla hevalên me ve hat pûçkirin.”

HEWLDANÊN WAN VALA NE

Sancar, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serokê şandeya dadgehê yê ku doz daye destpêkirin niha ji endamtiya çeteyan tê darizandin. Di dema wî de, di darazê de gelek tişt hatin kirin. Ji wê girîngtir, serokê şandeya ku ev îdianame qebûl kirî, Bahtiyar Çolak bû. Dema em li îdianameya derheqê wî de dinihêrin, dibînin ku têkiliya wî bi derdorên siyasî re heye. Ev yek jî gotinên me piştrast dike. Doza Kompasê ya Kobanê, parçeyeke plana rejîmê ye ku dixwaze hebûna xwe bidomîne. Lê em li hemberî van serî natewînin. Bi saya tifaq û tecrûbeyên xwe, em têkoşîna xwe roj bi roj mezintir dikin. Ev mezinbûn jî rejîmê têxe nava fikaran. Lê ev tevek jî hewldanên vala ne. Em ê vê têkoşîna xwe biisrar bidomînin. Em ê Tirkiyeyê biguherînin û li ser bingeheke demokratîk, aştiyane û adilane ava bikin.”

Piştî daxuyaniyê jî hevserokên giştî û parlamenter derbasî eywana rûniştinê bûn û rûniştin şopandin.