Sancar: Îradeya me ji her demê xurtir e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Ev kevneşopî kevneşopiya Edîbe Babûr e ku digot 'Kurd wê serî li ber we netewîne'. Îradeya me ji her demê xurtir e."

Meclîsa Partiyê ya HDP'ê bi serokatiya Hevserokên giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li Enqereyê li hev civiya. Rojeva civînê jî nirxandina rewşa siyasî, êrişên li dijî HDP'ê û plansaziya karên dema nû ye.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî û bal kişand ser Deklarasyona Banga Demokrasiyê ya ku beriya niha ji aliyê HDP'ê ve hate parvekirin.

Mîthat Sancar got, "Em dîsa li qadan e, di nava gelê xwe de ne. Em dinirxînin bê vê deklarasyonê bi çi rengî bi cih bînin. Ev kar wê di dema bê de karê herî berfireh û girîng ê me be. Di civîna Meclîsa Partiyê de mijara esasî ya ku em ê li ser bisekinin, şênberkirin û bicihanîna Deklarasyona Banga Demokrasiyê ye."

'HDP WÊ BIBE AKTORÊ DAMEZRÎNER Ê SIYASETA TIRKIYEYÊ'

Mîthat Sancar anî ziman ku Tirkiye di nava krîzeke piralî de ye û got, "Bernameya çareseriyê ya herî berfireh a li hemberî vê krîzê, em HDP pêşkêş dikin. HDP siyasetê hildiberîne. HDP dixebite ku îdîaya xwe ya aktoriya damezrîner a siyaseta Tirkiyeyê pêk bîne û ji bo vê jî çi ji dest tê dike. Yên ku vê rastiyê ji nedîtî ve tên, yên ku nikarin vê rastiyê tehemûl bikin, ji wan heye ku jinedîtîhatin wê encamekê bi xwe re bîne, lê belê rastî wê nîşan bide ku ew şaşitiyê dikin. Ji ber ku em zanin ku ev yek wê li nava gel deng vede û li Tirkiyeyê hevkariya têkoşîna demokratîk a herî berfireh biafirîne. Ji bo serxistina vê yekê jî pêwîstiya me tenê bi çend tiştan heye. Beriya her tiştî divê em rêxistiniya xwe xurt bikin. Ya duyemîn jî yekîtiya xwe pêk bînin. Partiyeke ku ewqas meylên cuda bi hev re dimeşîne, hêza wê ya herî mezin ev yek e. Ji ber ku hunera komkmirina cudahiyan li dora pîvanên bingehîn, bingeha derfetê jiyana li ser bingeha demokratîk a civakê ye. Lewma ev taybetmendiya me ku ji bo hinekan weke zeavantaj tê dîtin, ji bo me derfetê pratîka demokrasiyê ye."

'DEMA HERÎ GIRAN A BÊHIQÛQIYÊ'

Mîthat Sancar ragihand ku Tirkiye di dema herî giran a bêhiqûqiyê de ye û anî ziman ku desthilatdarî hewl dide hiqûqê bi temamî bêbandor bike.

Li gel doza girtina HDP'ê, her wiha 'Doza Kobanê' Mîthat Sancar bal kişand ser zext û zordariya li HDP'ê tê kirin û got, "HDP'ê çawa ku êrişên heta niha têk bir, xwedî wê hêzê ye ku ji niha û pê ve jî têk bibe. Desthilatdarî dozên bi vî rengî ji bo xwe dike meseleya man û nemanê û bi vî rengî radigihîne ku wê têk biçe. Ji ber eger mesele man û neman be, ya ku pratîk û hêza mayinê herî baş nîşan dide HDP ye. Yên din jî mehkûmî tercîha duyemîn e ku ferz dikin. Tiştên ku di vê derbarê de têne kirin vala ne. Nepêkane ku encamê jê werbigirin. Tevî zext û zordariyê jî em zanin ku HDP mezin dibe. Ne tenê civat 3u bingeha me helwesteke bi biryar nîşan dide, em dibînin ku li her devera Tirkiyeyê ev tê qebûlkirin û piştgirî û sempatiya ji bo HDP'ê zêde dibe. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek jî wê veguhere dengên ji bo HDP'ê.

Êdî weke bernameyeke şênber li pêşiya me ye ku bi rengê herî berfireh hevkariya têkoşîna demokratîk bikin û li gorî pêwîstiyê vê yekê di hilbijartinên parlamentê de veguherînin tifaqa demokrasiyê. Ne tenê weke gotinê yan jî dirûşmekê, êdî veguheriye bernameyeke şênber. Divê em zanin ku çawa bimeşin, ji bo têkilî û tifaqa herî berfireh a demokrasiyê, têkiliyan deynin, pîvanên xwe destnîşan bikin, ji bo vê jî bi hêzên demokrasiyê hemûyan bişêwirin, bi gel re bigihêjin hev. Em di vê astê de ne. Ji bo me armanceke jiyanî ye ku ne dirûşm û armanc, lê bi gavên şênber bixin meriyetê. Ji ber ku eger em karibin vê hevgirtinê pêk bînin, hingî derfetên me yên afirandina îradeya hevpar a gelan wê zêdetir bibe ku ev îrade wê astengiyên li pêşiya destpêkeke nû, li pêşiya veguherîna demokratîk û misogerkirina aştiyê ji holê rake. Em di wê baweriyê de ne ku dikarin vê hevgirtinê pêk bînin. Derdorên demokrasiyê yên ku heta niha heyetên me hevdîtin li gorî deklarasyonê bi wan re kirine, fikir û nêrîna wan jî bi vî rengî ye. Dem hatiye ku em vê şênber bikin û bikin rêyeke şênber. Ji bo vê jî fikrê Meclîsa Partiyê gelekî girîng e.

'EV KEVNEŞOPÎ KEVNEŞOPIYA EDÎBE BABÛR E'

Em ê vê yekê bi vê civînê bidin destpêkirin û li desteyên xwe yên cuda dewam bikin. Ji bo yên ku ji wan heye ku bi nedîtina lîstik û xefikan, bi tunehesibandinê dikarin HDP'ê lawaz bikin, gelek gotin hene, lê belê pêwîstî pê nîne ku em bêjin. Gel ji xwe vê dibêje. Binerin kevneşopiya me kevneşopiya Edîbe Babûr e, ku hefteya derbasbûyî li Wanê li gel qedexeya 2000 rojî derkete kolanê û got, 'Hûn ê nikaribin serî li Kurdan bitewînin'."

Mîthat Sancar bi bîr xist ku di çarçoveya operasyonên tepisandinê de pêla destgîrkirinê nasekine û got, "Her roj nûçeyên li ser destgîrkirinên nû tên. Hîn beriya çend rojan li Amed, Antalya, Enqere, Mêrdînê operasyon hatin kirin. Nêzî 30 hevalên me hatin destgîrkirin. Di nava van de nûnerên partiyên ji pêkhatiyên me hene. Di nav de sendîkavan hene, dayikên me yên aştiyê hene. Her wiha Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel heye, hevrêyê me yê hêja yê dema derbasbûyî parlamenter bû Behçet Yildirim heye. Dema destgîrkirinê jî 8 roj derbas kir. Em ê vê kêfiyetê rawestînin."

Mîthat Sancar destnîşan kir ku ya di nava HDP'ê de temsîla xwe dibîne, îradeya hevpar a gelan e, hêza kevneşopiya têkoşîna hevpar e û got, "Ev yek hêza hevgirtinê ya têkoşîna hevpar e."

Sancar diyar kir ku ew ê vê meşa xwe mezintir bikin û got, "Em ê vê yekê bi kedkarên partiyê hemûyan, bi hevalan hemûyan re bikin. Baweriya me qet naheje, hêviya me qet lawaz nabe. Îradeya me ji her demê xurtir e. Rêya me vekiriye."