Salvegera damezrandina PKK'ê li Sydneyê hate pîrozkirin

Li Sydneyê, Kurdan tevî dostên xwe salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, salvegera damezrandina PKK'ê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Hevserokên NCDK'ê piştr axivîn û got, "Em bi 22 hezar kîlometreyî dûr jî bin, cejna vejînê îro em li hev civandiye. Em vê yekê deyndarê şehîdan e."

Di pîrozbahiyê de dirûşma "PKK gel e, gel nikare bê qedexekirin" hate qîrîn.