Salvegera damezrandina PKK'ê li Melbourneyê hate pîrozkirin
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê, salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê bi coş hate pîrozkirin.
Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê, salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê bi coş hate pîrozkirin.
Pîrozbahî roja Şemiyê pêk hat û li ber stranên Kurdî govend hate gerandin.
Nûnerê KNK'ê yê Melbourneyê Heval Herkî li ser girîngî û wateya rojê axivî.
Di pîrozbahiyê de koma Govenda Zarokan, endamên koma muzîkê Haci Kahraman, Dûrsûn Acar, Cemal Acar û Suleyman Ateş derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.