BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li çeperên gerîla hate pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk têdikoşin, li çeperan salvegera damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin pîroz kirin.

SALVEGERA DAMEZRANDINA PKK'Ê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkeriya Tirk şerekî giran tê kirin, li gel vê yekê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegera damezrandina partiya xwe bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi têkoşîn û berxwedana ji 46 salan ber bi saleke nû ve gavê diavêjin. Bernameya ku Rêber Apo û hevrêyên wî di kongreya destpêkê de ji bo Kurdistaneke azad, jiyaneke serbixwe û paşerojê bi hêvî amade kirin, îro li çiyayên Kurdistanê bi coş û biryardariyeke mezin dewam dike. PKK bi tecrûbeya xwe êdî li cîhanê veguheriye tevgereke mayinde.

Têkoşîna 46 salan a PKK'ê di nava vê demê de weke dîrokeke ji berdêlên giran tê bîranîn. PKK'ê bi ked û fedakariya şehîdan hebûna xwe mayinde kir. Biryardariya li ser jiyana azad bi xwîna bi sedan ciwanên Kurd xurt bû. Van ciwanan pergala koletiyê ya sîstemê red kirin, bi felsefeya Rêber Apo jiyaneke bi wate û şehadeteke bi rûmet tercîh kirin. Ev peyam her roj li çiya û bajarên Kurdistanê deng vedide. Asya û Rojger ên ku çalakiya fedaî kirin û şehîd bûn, bi wêrekiya xwe, bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û çalakiya xwe bûn semboleke mezin a berxwedanê. Têkoşîna 46 salan a PKK'ê li dijî her cûre êrîşê xurt dibe û kelecana têkoşîna azadiyê hîn mezin dike.

Di nava vê coş û kelecanê de gerîla di bin êrîşên giran û bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk de berxwedana xwe dewam dike. Hêzên gerîla li tunelên şer li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedan û têkoşîneke bêhempa dimeşînin. Di vê pêvajoyê de gerîla soza xwe ya ji bo Rêber Apo, gelê Kurdistanê û şehîdan nû dikin, bi coş û moralê ji silava Rêbertî wergirtî dest bi sala nû dikin.