Salek û nîv cezayê girtîgehê li Osman Akin birîn

Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin bi salek 6 meh û 22 rojan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

2’emîn danişîna doza Midurê Karê Nivîsê yê berê yê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin de bi hinceta nûçeyên di rojnameyê de derketin bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatibû vekirin, li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê pêk hat. Akin beşdarî danişînê bû. Parêzerên Akin di danişînê de amede bû. Piştî danasîna nasnameyê, dozger mafê axaftina girt û mutalaya xwe ya berê dabû dubare kir.

Parêzerê Akin Ozcan Kiliç dûre parastin kir û sûcdariyên li ser Akin red kirin. Ozcan, diyar kir ku nûçeyên hatine çêkirin, dikeve çarçoveya azadiya çapemeniyê û wiha got: “Piştî demek dirêj Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Rojnameyê jî ev hevdîtin kiriye nûçe û cih daye hevdîtina parêzeran. Jêderkên nûçeyan diyarin. Muwekîlê min tu sûc nekiriye û ez beraet wî daxwaz dikim.”

Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û li Akin bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê birî. Dadgehê dûre cezayê da Akin taloq kir.