Salek û 6 meh cezayê girtîgehê dan rojnamevan Abdurrahman Gok

Rojnamevan Abdurrahman Gok ku di Newroza 2017’an a Amedê de wêneya qetilkirina Kemal Kurkut kişand, ku ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, bi salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Di derbarê rojnamevan Abdurrahman Gok ku di pîrozbahiya Newroza sala 2017’an a Amedê wêneyên qetîlkirina Kemal Kurkut kişandibû, bi îdiayên” endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin.

Rûniştina doza Gok îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Şandeya dadgehê salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê da rojnamevan Gok.