NÛ BÛ II

Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Êrîş û sûcên dijmirovahiyê yên dewleta Tirk a ku bi xwedîkirina çeteyên terorîst ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye gefeke mezin, li gelek bajaran hatin şermezarkirin.

Kurdistaniyên û dostên wan ên li Ewropayê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan.

EVRY

Kurdistaniyên li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Evryê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava çalakiyek li dar xistin.

Gel li ber Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Evry li hev civiyan û heta Gara Trenê ya Grîgnyê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Evryê hat dayîn de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk hilweşîna rejîma Baasê ji xwe re weke firsendê dibîne û bi awayekî hovane êrîşî Şoreşa Rojava dike. Dewleta Tirk a ku bi awayekî vekirî bi terorîstên cîhadîst re hevkariyê dike, hem guh nade peymanên navneteweyî û hem jî sûcên li dijî mirovahiyê dike. DAIŞ ji nû ve zindî dibe û cîhan jî li hemberî vê bêdeng e. Banga me ji raya giştî ya navneteweyî re ev e; li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê demildest têkevin nava liv û tevgerê. Weke Meclisa Gel a Demokratîk a Evry heta ku êrîş bi dawî bibin em ê li qadan bin.”

GRIGNY

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Grigny a Parîsê êrîşên qirkirinê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê piştgiriya bê Rojava kirin û edemildest dawî li şer were. Piştî daxuyaniya çapemeniyê gel bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin û peyama "Sebra me neceribîne" hat dayîn. Hat ragihandin ku wê sibê saet di 19.00’an de li heman cihî meşek bê lidarxistin.

GIESSEN

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Giessen ê Elmanyayê hatin ba hev û êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin.

Çalakgeran bang rawestandina êrîşan li dewleta Tirk kirin û bêdengiya DYE û Ewropayê jî rexne kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Qatil Erdogan", "Terorîst Erdogan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyên li dijî dagirkirina Rojava didomin. Kurdistanî û dostên wan li Qada Sergels Torgê li hev civiyan û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava û komkujiyên wê şermezar kirin.

Di çalakiyê de belavokên sûcên şer ên dewleta Tirk û geşedanên dawî hatin vedibêjin hatin belavkirin û dirûşmên “Qatil dewleta Tirk” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de banga “Dema xurtkirina torên berxwedan û hevgirtinê ye” hat kirin.

BREMEN

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di çalakiyê de pankart û flamayên “Defend Kurdistan, stoppt den Türkischen Angrifskrieg auf Süd-Kurdistan und Rojava!”, “Solidaritat mit Rojava Selbstverwaltung aufbauen”, PYD, YPG  û TEV-DEM’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de Hevserokê DKTM Bremenê Îshak Yilmaz axivî û got: “Dagirker Rojava bombebaran dike û sîvîlan qetil dike. Di roja me de 60 milyon Kurd li Rojhilata Navîn dijî. Lê endamê NATO’yê Tirkiye dixwaze Kurdan di qirkirinê de derbas bike.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdoğan”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Hoch die internationale Solidaritat” bi dawî bû.

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk ve çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin bi ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedan Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana PKK” û “Stop der Terrorist Erdogan” bi dawî bû.

DRANCY

Kurdistaniyên li banliyoya Drancy a Parîsê dijîn, li ser banga çalakiyên lezgîn a CDK-F’yê daketin qadan. Girseya li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancyê hatin ba hev bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedan Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî berxwedana PKK” û “Stop der Terrorist Erdogan” êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.