Rûsya bi balefir, hawan û katyoşan li QSD’ê dide

Rûsya vê carê bi hawan û katyoşan nuqteyên QSD’ê yên li kargeha Konîkayê topbaran dike.

Hêzên Rûsyayê vê carê bi hawan û katyoşan noqteyên QSD`ê yên li kargeha Konîkoyê topbaran dike. Bombebarana bi balafiran jî li heman noqteyan didome.

Beriya niha bi nîv saetekê balafirên Rûsyayê dest bi bombebarana noqteyên QSD`ê yên li kargehan Konîkoyê ya gazê kir.

Di van kêliyan de jî, Hêzên Rûsyayê ji derdora Dêrazorê kargeha Konîkoyê ya gazê bi hawan û katyoşan topbaran dike û bomberan didome.

Kargeha Konîkoyê ya ku li bakur-rojhilatê Dêrazorê ye di 23`yê vê mehê de hatibû rizgarkirin.