Rûniştina doza leşkerê Tirk ê tecawizkar Orhan sibe ye

Rûniştina doza leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûsa Orhan ku bûbû sedema xwekuştina Îpek Er sibe wê li Sêrtê be.

Rûniştina cara 4'an a leşkerê Tirk ê tecawizkar Mûa Orhan ku li Qubînê ya Êlihê piştî ku tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, sibe li Dadgeha Cezayê Giran a 2'an a Sêrtê wê pêk were.

Sê caran dema rûniştina dadgehê hate xwestin ku leşkerên Tirk ê tecawizkar Orhan ji ber sûcê ''êrîşa giran a zayendî'' were girtin lê ev daxwaz nehate qebûlkirin.

Dadgeh sibe saet 14:00'an ji bo doza leşkerê tecawizkar ê rûne.