Rûniştina doza dayikan: Qedexeya derketina derveyî welat didome
Ji bo Dayikên Aştiyê û Endamên TJA’yê biryara ‘domandina qedexeya derketina derveyî welat’ hate dayîn, rûniştina dozê hate taloqkirin.
Ji bo Dayikên Aştiyê û Endamên TJA’yê biryara ‘domandina qedexeya derketina derveyî welat’ hate dayîn, rûniştina dozê hate taloqkirin.
Ji ber çalakiyên ku ew tevlêbûne li Dayikên Aştiyê û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘di telefonê de li ser rêxistinê axivîne’ doz hatibû vekirin. Rûniştina sêyemîn a dozê hate kirin. Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan û çalakgera TJA’yê Ayşe Yildiz Çîçekçî tevlî rûniştina dozê bûn.
Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku divê qedexeya derketina derveyî welat were domandin û rûniştin taloqî 30’ê Çileya 2020’an kir.