Rûniştina 3'emîn a Doza Kobanê dest pê kir

Kombûna 6'emîn a Rûniştina 3'emîn a Doza Kobanê dest pê kir.

Rûniştina 3'yemîn a Doza Kobanê di roja şeşemîn de li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ku 24 girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd jê tên darizandin, dest pê kir. Parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek kesên din dozê dişopînin.

Heverokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) a HDP’ê Zeynep Olbecî, Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Emîne Ayna ji girtîgehên lê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Endamên MYK’a HDP’ê yên berê Can Memîş, Berfîn Ozgu Kose û Cîhan Erdal ku çend roj berê ji dozê hatin tehliyekirin jî bi rêya SEGBÎS’ê ji Stenbolê beşdarî danişînê bûn.

Parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim, Hevseroka KCD’ê ya berê Aysel Tûglûk ên girtî, endamê Şandeya Îmraliyê û Parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder, siyasetmedar Ahmet Turk, endama MYK’a HDP’ê ya berê Gulfer Akkaya, siyasetmedar Altan Tan mazeret ji dadgehê re ragihandin û beşdarî danişînê nebûn. Hevşaredarê Qersê Ayhen Bîlgen ê qeyûm danîne şûna wî û çend roj berê hat berdan jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî danişînê nebû.

Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Gunay Kubîlay, Alî Urkut, Emîne Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Nazmî Gur, Alp Altinors, Meryem Adibellî, Zekî Çelîk, Pervîn Oduncu, Ayşe Yagci, Bîrcan Yorûlmaz, Bulent Parmaksiz, Îsmaîl Şengul, Dîlek Yagli, Sîbel Akdenîz û nivîskar Nezîr Çakan li eywana danişînê amade ne.

Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Ewilî nivîskar Nezîr Çakan dest bi parastina xwe kir. Çakan destnîşan kir ku îfadeyên şahidan ên li ser wî dane bêbingeh in û xwest were berdan. Parêzerê Çakan, Şeyhmus Bayhan jî diyar kir ku îfadeyên şahidan bi nakokî ne û di îdianameyê de ji bilî îfadeyên şahidan tu agahiyek din nîne û xwest miwekîlê wî were berdan.

Danişîn bi parastina siyasetmedaran didome.