Rojnamevanên dîlgirtî: Pêvajoya peydakirina tawanbariyan destpê kir

Rojnamevanên ku 8'ê Hezîranê li Amedê hatin destgîrkirin û ji hingî ve dîlgirtî ne, diyar kirin ku pêvajo veguheriye dema peydakirina tawanan û nerazîbûn nîşan dan.

Li dijî çapemeniya azad li Amedê di 8'ê Hezîranê de sergirtin hate kirin û 20 jê rojnamevan 22 kes hatin destgîrkirin.

Rojnamevan 7 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr dîlgirtî ne.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan li ser pêvajoya destgîrkirinê peyamek parve kir.

Altan bi navê rojnamevanên dîlgirtî ev peyam da:

"Pêvajoya binçavkirinê ya dirêj veguherî êşkence û cezakirinê. Pêvajo veguherî pêvajoya peydakirina delîlan. Ne 8 roj 80 roj jî derbas bibin ji bilî xebatên me yên rojnamevaniyê hûn nikarin tiştekî bi dest bixin. Ji ber vê yekê em bang li dozgerê dosyayê dikin; di destê we de çi hebe em dixwazin bibînin û pê re hevrû bibin. Hûn jî vê pêvajoyê zêdetir dirêj nekin. Naxwe hûn ê di bin tawanbariyê de bimînin. Fikreke ku 'Gelo delîl tên peydakirin' derdikeve holê. Em rojnamevan in ji bilî xebatên rojnamevaniyê me tu sûc nekirin. Ji ber vê yekê em dixwazin demildest bên berdan. Bi vê minasebetê em spasiyên xwe pêşkeşî hemû hempîşeyên xwe, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û saziyên sivîl ên civakî dikin ku çend roj in me tenê nahêlin. Em dibêjin 'piştevanî mezin dike'."

KESÊN DÎLGIRTÎ

Navên 20 jê rojnamevan 22 kesên destgîrkirî wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen.