Rojnamevanên dîlgirtî: Em ê her binivîsînin

Rojnamevanên ku 3 roj in dîlgirtî ne, diyar kirin ku êriş li ser pîşeyê wan tê kirin û gotin, "Em ê her tim nûçeyan çêbikin."

Ji 20 rojnamevanên ku sibeha 8'ê Hezîranê li Amedê hatin destgîrkirin Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, bi rêya parêzerên xwe yên Komeleya Karên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) peyam dan.

'ÊRIŞ LI SER ROJNAMEVANTIYÊ YE'

Serdar Altan: Krîza aborî giran dibe. Bi operasyonên leşkerî pêvajoya hilbijartinê destpê dike. Rojnamevan jî van dişopînin û dikin nûçe. Sedema destgîrkirina me tenê dibe ku ev be. Hefteya derbasbûyî rojnamevan Dîcle Muftuoglû hatibû destgîrkirin. Çar rojan girtî ma. Hincet jî piştevaniya bi hempîşeyên xwe yên rojnamevan bû. Piştî ku Muftuoglû hate berdan em girtin. Kî zane bê wê me bi çi sûcdar bikin. Lê belê em rojnamevan in. Em ê nûçeyan timî çêbikin.

Azîz Orûç: Biryara destgîrkirinê hate dayin û çar rojan hate dirêjkirin. Tişta ku em zanin ev e. Em sedema destgîrkirinê ji polîsan dipirsin, lê haya wan jî jê nîne. Tenê dibêjin 'biryar heye'. Bêguman desteserkirina hard dîskên saziyên çapemeniyê û destgîrkirina rojnamevanan sedemê nîşan dide: li karên me yên rojnamevaniyê dipirsin. Demeke dirêj e li kolanan hevpeyvînan dikim. Temamiya van hevpeyvînên min jî têne weşandin. Di vê weşanê de sûcek nîne. Dibe ku ji ber vê yekê dest danîn ser hard dîskan û wê hewl bidin ji wir tiştekî peyda bikin. Hewldaneke pûç e. Hewldanên destgîrkirinê û bêdengkirina rojnamevanan pûç in.

Omer Çelîk: Hewl didin rojnamevantiyê krîmînalîze bikin. Hewl didin ku rojnamevantiyê weke metirsiyê nîşan bidin. Çend roj in em destgîrkirî ne, em baş nizanin bê bi çi têne sûcdarkirin. Bi dîtina min ew jî pê nizanin. Lewma dema destgîrkirinê dirêj kirine û hewl didin hin tiştan peyda bikin. Yekane tişta ku peyda bikin jî nûçeyên me ne.