Rojnamevanê girtî Aydin: Hemû mafê me hatin xespkirin

Rojnamevanê girtî Ozgur Aydin diyarkir ku li girtîgehê hemû mafên wan tên xespkirin.

Ozgur Aydinê ku ji 2017’an ve dema midûrtiya kar û barên nivîsarî ya Kovara Eniya Kedkarên Giştî dikir hatibû girtin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Edenê bersiva Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) da.

Aydin bi nameya ku ji DFG’ê re şandî re di derheqê dosyayên tê darizandin de agahî dan.

Aydin destnîşan kir ku ji ber faliyetên xwe yê rojnamegeriyê tê darizandin û binpêkirinên mafan ya ku li girtîgehê tên jiyankirin ev agahî dan:

“Bi pandemiya Korona ra gelek mafên me hatin xespkirin. Mafê me yê derketina qada hevpar ku gerek di hefteyê de deh saetan pêk bihata, 2 saet û nîvan pêk dihat. Bi peşketina Koronayê re ev bi temamî ji holê hate rakirin. Hevdîtinên girtî û vekirî yên heftanê destpêkê bi temamî hatin rakirin, piştre di mihê de 2 cara û bi 2 kesan re hate sînordarkirin û ev jî wekî hevdîtina girtî pêktê. Dema ku em mecbûr dimînin ji bo  nexweşxane-dadgehê derdikevin derveyî girtîgehê, di vegerê de 15 rojan me di karantînayê de digirin. Dadgêh bi hinceta pandemiya koronayê dosyayên ku em tên darizandin bi  tevlîbûna SEGBÎS’ê dispêre ku em tevlî rûniştina dosyayan bibin.

Ger em ji weşanên domdar re ne abonebin, kovarên ku bi rêya postayê tên nadin me. Ger em bûbin abone jî, bi hinceta ‘wê demê hûn ne abone bûn’ hejmarên berê derketin nadin me. Kovarên ku malbatê me pereyê wan daye û ji me re şandine, bi gotina ‘hûnê di ser rêya îdareya girtîgehê re pere bidin û bistînin’ nayên danîn. Sînordarkirina serê kesekî 10 pirtûk tê pêkanîn. Rojnameyên Evrensel, Yenî Yaşam gotina ‘mafê weşanê yê îlanê’ ku ji aliyê Saziya Îlanê ya Ragihandinê hincet tê nîşandan û nadin me.

Nexeşiya Crohn (nexweşiya roviyan a kronîk) û di hestiyê kodikê yê destê min ê rastê de kêmbûna kîst û mîtral heye. Divê ez di demên diyar de biçim kontrolên (tahlîl, MR, EKO-EKG, rontgen, kolonoskopî) bikim. Encax ligel ku dema kontrola derbas bûye jî ji ber spartina eskeran ya ‘lêgerîna dev’ min nabin nexweşxanê. Tenê ne ez, hemû girtiyên siyasî ji ber ku van sêpandinan qebûl nakin kesekî nabin nexweşxanê, mafê me yê tedaviyê tê astengkirin. Beriya ku em li erebeya rîngê werin siwarkirin esker ji me dixwazê ku ‘em maskeyê xwe derxin, devê xwe vekin û zimanê xwe derxin’. Berî em bigihijin cihê eskeran 3’ê caran em di lêgerînên (bi dest, dedektor, x-rayê) re derbas dibin, ev sêpandina eskeran rûmeta mirovan dişkînê, keyfî û derveyî hûqûqê ye. Derveyî vê jî mafekî eskeran ku van kirinan bikin nîne. Di vê pêvajoya ku nexweşiya koronayê heyî û rojana 200 mirov jiyana xwe ji dest didin de, ligel ku dizanin nexweşiyên min ê kronîk hene jî daxwaza derxistina maske, vekirina dev teşebûsa kûştinê ye. Ji ber ku ez nikarim kontrolê xwe pêkbînim, her roja ku diçê nexweşiyên min giran dibin.

Di 27’ê Cotmeha 2021’an de ji aliyê komeke gardiyanan ku teybet ji Enqerayê hatibûn ve, hemû hucreyên girtîgehê dibin navê lêgerînê de talan kirin. Bi destên xwe yê qirêj ku pê li her derê geriyan dest dane cil û xwarina me. Zarfên me yê nameyan qetandin. Radyoya me a ku me ji kantînê standibû birin. Dest danîne ser kovarên me yên Yuruyuş-Tavir. Cilê me avêtin erdê. ji bo ku me ev talankirin bi berzkirina dirûşmeyan û lêxistina deriyan protestokir lêpirsîn di derheqê me de hate vekirin.”